Jinên Efgan bi hunera xwe bendan derbas dikin
Jinên Efgan ên ku xwestin pêşangeha wêneyan vekin rastî astengiya Talîbanê hatin. Jinan diyar kirin ku bi wêneyên xwe berxwedanê raber dikin, bend û zextên Talîbanê derbas dikin û gotin; “Gelo çima Talîban ji pêşangeha hunerû ditirse?”
BEHARAN LEHÎB
Kabîl – Li Efganistanê dîroka hunerê digihîje serdemên beriya zayînê. Di navbera Efganan de berhemên peykertraşî, wêne û ji beşên cuda yên hunerê, reqsa kevneşopî û muzîk zêde ye lê ji ber ku Efganistan di tevahiya dîrokê de gelek pêvajoyên guherînê jiyaye, bandorê li ser tevahiya beşên civakê kiriye. Huner jî ji van pêvajoyan bi bandor bûye, heta ketiye bin zextan. Em ê di vê nivîsê de li ser rewşa heyî ya hunera wêneyê bisekinin.
Berê li Efganistanê gelek jin û mêrên hunermend, di warê wêneyê de gelek berheman çêkirine. Beriya ku şer dest pê bikin û welat rastî pêlên dagirkeriyê were, li Kabîlê muzeyek bi navê Muzeya Negaristan, navendeke hunerê hat avakirin û li vê derê berhemên dîrokê yên Efganistanê dihatin pêşandan. Lê di sala 1992’yan de piştî ku komên mucahîd hatin ser desthilatdariyê, hinek ji wan berheman di dema şerê navxweyî de hatin talankirin û tunekirin.
Dema ku Talîban cara pêşîn hat ser desthilatdariyê, berhemên di muzeyê de mabûn hatin texrîbkirin û îmhakirin lê hinek xebatkarên muzeyê, hinek berheman bi awayê ku Talîban nebîne ji muzeyê derxistin û parastin. Di van 20 salên dawî de Muzeya Negaristanê vekirîbû, hem kesên cihî hem jî biyanî ziyaret dikirin lê piştî ku di sala 2021’ê de Talîban careke din hat ser desthilatdariyê, muze bi temamî hat girtin û ketina wê qedexe kir.
Li aliyê din, gelek jinên ku mafên xwe yên perwerde û kar bêpar man, berê xwe dan hunerê û bi riya wê xwe îfade kirin. Bi wêneyên xwe sûcên li dijî jinan tên kirin nîşan didin û berxwedana jinên Efgan vedibêjin û dibêjin: “Em bi hunera xwe dixwazin kîna li dijî rejîma Talîbanê û zihniyeta serdema navîn nîşan bidin.”
Pêşangeha wêneyan a jinan û Talîban
Di rojên derbasbûyî de, li herêmeke rojavayê Kabîlê, pêşangeheke wêneyan ji aliyê jinan ve hat vekirin lê Talîbanê destûr neda pêşangehê û asteng kir.
Yek ji organîzatorên pêşangehê Fawziya Nawab, wiha behsa tiştên jiyane kir: "Me jinan biryar da em bi riya hunerê, rastiyên civaka xwe û zextên ku didomin nîşan bidin. Lê beriya em pêşangehê vekin, Talîbanê di saetên zû yên sibehê de derdora qada pêşangehê girt û destûr neda em bikevin hundir. Rojek beriya çalakiyê, me hemû berhemên xwe yên hunerî anîn qada pêşangehê û hemû sererast kirin. Lê Talîbanê roja pêşangehê derdora avahiyê bi temamî girt û nehişt kes bikeve hundir.”
Hunermend Vaheda Wafa jî wiha got: "Talîbanê dixwest berhemên me yên hunerî tune bike lê me li ber xwe da û destûr neda vê yekê. Ji bo ku em wan wêneyan çêbikin me zoriyên mezin kişand û gelek ked da.”
Fawziya û Vaheeda jî sedema berteka Talîbanê ya li ser pêşangehê wiha gotin: "Talîbanê dît ku em bi hunera xwe sûcên wan nîşan didin. Naxwazin kes bibîne çi li dijî jinan dikin. Dema em çûn cihê pêşangehê, Talîbanê nehişt kes bikeve hundir û rojnameger nûçeyan çêbikin. Hewl dan nehêlin mijara di çapemeniyê de derkeve. Armanca wan ew bû ku kes nizanibe pêşangeh heye.”
‘Me kar kir Talîban ji me ditirse’
Fawziya û Waheda, bal kişandin ku tevî hemû zextan jî ew ê dest ji têkoşînê bernedin û bi ken behsa wan kêliyan kirin: "Talîban, tenê ji bo çend jinên ku bi hunera xwe têdikoşin bêdeng bike, tebîrên mezin girt. Te digot qey arteşek êrişê Efganistanê kiriye û ew jî welat diparêzin!”
Fawziya û Waheda gotin ku dema berhemên xwe paşve girtine tiştên hîs kirine wiha vegotin: "Dema ku me berhemên xwe ji wan girt, me serkeftinê hîs kir. Talîbanê, pêşangeh qedexe kir lê di dawiyê de me bi ser ketin. Ma careke din dît ku Talîban ji jinan ditirse. Ger jin bi awayekî bi hêz bibin yek dê Talîban wisa bitirse, çekên xwe bihêle û teslîm bibe lewre em xewnereşka wan in.”