Roz Omer bi firçeya xwe xeyalên xwe dixemilîne

Ji zarokatiyê ve bêyî hebûna perwerdeyeke fermî bi tenê xebitî û bû xwedî bawernameyan. Niha xwendekara beşa bijîjkiyê û wênesaz Roz Omer amadekariyan dike ku deriyên pêşangeheke taybet ji bo hemû hezkiriyên hunerê veke.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo –Roz Omer, ji 14 saliya xwe ve, dest bi boyaxkirina xeyalên xwe kir bi rengên bêhempa û îsbat kir ku jêhatîbûn bi temen ve nayê sînordarkirin, berdewamî dikare deriyên serkeftinê veke. Her çendî hinek kes tenê hewl didin xwe bi gotinan îfade bikin jî wê hewl da bi boyaxkirina tabloyên xwe bibe zimanê vegotina çîroka xwe û xeyalên xwe îfade bike. Îro ew gavên bi rêkûpêk ber bi îsbatkirina xwe ve diavêje, xwe dispêre jêhatîbûn û hewesa xwe ya ji bo wênesaziyê û piştrast dike ku daxwaz hebe tu tişt rê li ber mirov nagire.

Roz Omer di 18 saliya xwe îsal refa 12’an bi Zimanê Kurdî xwend û bi ser ket. Niha li Zanîngeha Rojava dest bi xwendina beşa bijîşkiyê bike. Roz Omer ji ajansa me re behsa karê xwe yê wênexêziyê kir.

Roz Omer diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe de ji şêwekariyê hez dike, got ku xwişka wê jî wênexêziyê dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji zarokatiyê ve heta ciwaniya xwe min ji şêwekariyê hez dikir. Şêwekarî karekî buha û bi rûmet e. Her wiha huner bi hemû beşên xwe girîng e. Ez bi tena xwe fêrî wênexêziyê bûm. Ji tiştên pir biçûk min destpê kir heta îro ez tabloyên mezin û bi nirx çêdikim. Di heman demê de malbatê gelek hêz da min ji ber ku ez ji malbateke hunermend û helbestvan im, bi taybetî xal û xwişka min gelek piştgiriya min kirin. Helbet mirovek ku bi ked û hezkirin dest pê bike wê di dawiyê de emcama keda xwe bibîne.”

‘Ez li Rojava beşdarî gelek pêşangehan bûme’

Roz Omer destnîşan kir ku ew beşdarî gelek pêşengehan bûye û wiha domand: “Di yekemîn pêşangeha ku beşdar bûm de, ji min hat xwestin wêneyên serokan xêz bikim. Ji ber ku wêneyên min pir baş bûn, ji aliyê xwediyên pêşangehê ve bawername ji min re hat dayîn. Her wiha duyemîn pêşangeh wekî pêşbirkan çêkirin û ez bi ser ketim careke din bawername ji min re hat pêşkêşkirin. Belê; ez li ser asta Rojava beşdarî gelek pêşangehan bûme. Niha dikarim perwerdeyên wênexêziyê ji kesên ku dixwazin fêr bibin re pêşkêş bikim, helbet bi îrade û daxwaz her kes digihîje tiştên ku dixwaze.”

‘Bi dilopên xwîna şervanan Kobanê rizgar bû’

Roz Omer bal kişand ser tabloyên ku bi bandor xêz kirine û wiha pê de çû: “Tabloya ku min li ser hesp xêz kiriye pir bi wate ye û hezkirin e, rengê sor tê wateya xwîna ji bo azadiyê hatiye rijandin, rengê reş jî rengekî bi hêz e û balkêş e. rengê spî jî tê wateya ku piştî her tarîtiyê wê ronahî derkeve, di heman demê de hesp di çanda gerîla û ya Kurdî de gelek bi nirx bû. Tabolya min a din jî ew bû ku şervanek ji bo azadiya gelê xwe şer kiriye û gihîştiye asta şehadetê. Min xwest ez balê bikşînim ser êrîşên ku li Kobanê qewimîn, helbet bi dilopên xwîna şervanan Kobanê rizgar bû. Heta ku Kurd hebin wê her dem Rojavayê Kurdistanê li ser xwe bimîne.”

Divê her kes bikaribe xewn û xeyalên xwe xêz bike

Roz Omer bal kişand ser amûrên ku pê xêz dike û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Amûrên ku ez pê xêz dikim, ez ji Şam, Ewropa û gelek deveran tînim. Ji bo tabolyên komir amûrên taybet hene, helbet her tabloyek bi amûrekî cuda tê xêzkirin. Ji bilî wênexêziyê ez di rêxistina xewnên biçûk de me jî. Her wiha ez qutiyên diyariyan çêdikim û difroşim lê belê di karê diyariyan de pêwîst e mirov ji aliyê hûrguliyan ve baldar be. Jiber tiştê ku bala mirov dikşîne hûrgulî ne. Daxwaza min ew e pêşangehek taybet bi xwe vekim, ji bo her mirovek ku xewnên wî yên wênexêziyê hene were beşdar bibe.”