Pirtûka 'Zîlan: Xwedawenda Çiyayê Sosin' derket

Pirtûka Nivîskar Şîlan Munzur a “Xwedawenda Çiyayê Sosinê, Zîlan” ji Weşanxaneya Meymanê derket. Tiştê di pirtûkê de behsa wê tê kirin, ji çîroka du jinan gelek biwêdetir e.

Navenda Nûçeyan – Romana dîrokî ya bi navê “Xwedawenda Çiyayê Sosinê, Zîlan” ku Şîlan Munzur nivîsiye û ji rojnameya Newaya Jin ji bo çapê amade kiriye, ji Weşanên Meymanê derket.

Şîlan Mûnzûr, bi çîrokên ku behs kiriye, bi helbestîbûna zimanê xwe, di her rista xwe de raza nemiran bi ber guhên mirov dixe û mirov dibe dema qirkerî û berxwedanê.

Di navbera çîrokan de veguheztinên hûstayî

Şîlan Munzur pir serkeftî ye, wisa xweş behs kiriye ku di navbeyna ewil û axirê zeman de diçe û tê. Di navbeyna çîrokan de ku li hev nakevin, bi hostahî dibuhure. Du çîrokên gotine, dema wan ji hev û din cuda be jî, çîroka ku mirov dixwîne yek e…

Ji çîroka Beyê heta çîroka Zîlan

Yek jê çîroka Beyeyê ye ku bi Terteleya Dersimê ya sala 1938’an ji koka xwe hatiye kirin, sirgûnê gundên Anatoliyayê ku mirov bi rêya wan nizane û rêça wan nabîne, hatiye kirin. Gava xwendinê, mirov para xwe ji pîroziya wê erdnîgariyê digire. Mirov, gava dest bi qirkirinê bûye, demên dojehî ku bi sirgûnê dest pê bûye, dixwîne. Ji aliyekî ve jî mirov çîroka Zîlan (Zeynep Kinaci) ê dibîne ku ji Meletiyê bi rê dikeve û ber bi koka xwe ango ber bi Dersimê ve diçe.

Hesreta jiyanê û vegera welat

Mirov, vegera Zeynebê li çiyayê Dersimê û rêbazên wê yên têkoşînê yên li dijî zehmetiyan dixwîne. Ya din jî, çîroka xwedawendekê ye ku xwe gihandina kokên ji ber dane windakirin, ji xwe re kiriye armanca jiyanê û ji bo jiyaneke watedar her zehmetiyê dide ber çavên xwe. Çîrokên van du jinan ku li warê xwedawendan dest pê dibin, yek jê veqetîn, ya din behsa hatina ba hev dike, dibin çîrokek. Tiştê di pirtûkê de behsa wê tê kirin, ji çîroka du jinan gelek biwêdetir e.