Bi cilên ku çêdike çanda Yemenê jiyanî dike

Manal Al-Sharjabi ya bi çêkirina cilên folklorî çanda Yemenê jiyanî dike, hewl dide çand û mîrateya Yemenê bide nasîn.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Manal Al-Sharjabi ya di sala 2015’an de ji ber pevçûnên leşkerî neçar maye ku ji bajarê xwe koç bike û piştî demekî ji nû ve vegeriya, bi çêkirina cilên folklorî çanda Yemenê jiyanî dike. Manal Al-Sharjabi ya bi çêkirina cil û bergên kevnar ên Yemenî di heman demê de dahata xwe ya aborî pêk tîne, dibêje ku ew bi xebata xwe çanda Yemenê bide nasîn. 

Çand û folklora Yemenê dide nasîn

Manal Al-Sharjabi destnîşan kir ku ew kêrhatiya xwe di çêkirina cil û bergên Yemenî kevin de pêşxistiye û got ku ev xebata wê niha jê re bûye riya pêkanîna debara xwe. Manal Al-Sharjabi ya da zanîn ew cilên folklora Yemenê yê çêdike li ser medyaya dîjîtal jî difroşe wiha berdewam kir: “Tevî şert û mercên şerê welat de min xwest navekî min a bazirganî hebe. Ji bo berhemên destan û cil û bergên kevneşop min dukanek nava bajêr de vekir. Lê ji ber lewaziya hêza kirîna gel min dukan girt, bes min  karê xwe berdewam kir û niha cil û bergan li ser online difroşim.”

Manal Al-Sharjabi li ser hezkirina xwe ya pîşeya xwe wiha got: “Hezkirinek min zêde heye ez hêvî û xewnên xwe bi her tayeke dezî min hunandî û her parçeyek min çêkirî re pêkbînim. Di zaroktiya xwe de min ji wênekêşiyê hez dikir û hin şêwe li mal çêdikirin. Min dixwest navekî min di vî warê de hebe, piştî malbata min  karê min dîtin piştgirî dan.”

Dorpêça li ser Yemenê jê re nebû asteng

Manal Al-Sharjabi bal kişand dorpêşa li ser Yemenê tê meşandin û der barê astengiyên ku derdikevin peşiya wê jî wiha got: “Di karê xwe de ez rastî gelek astengiyan hatim. Ji ber ku madeyên xam weke deziyan nîne ji ber dorpêça giran ji 9 salan ve li ser bajarê Taazê heye û eger made hebin jî gelekî buhane li gel nebûna kehrebê jî astengiyên sereke ye. Ez beşdarî gelek rêzefîlmên Yemenî bûm weke pispora cil û bergan û aksesuaran ji bo lîstikvanan, weke rêzefîlma Rabîî El-Mekha, ev yekem gava min ber bi armancên xwe ve bû, her wiha beşdarî rêzefîlmên dîtir jî bûm.”

Dixwaze mîrateya Yemenê bide nasîn

Manal Al-Sharjabi anî ziman ku armanca wê ya sereke ew e ku çand û folklora Yemenê bi cîhanê bide nasîn û wiha bi dawî kir: “Xeyalê min ew e ku ez pêşengehek navdewletî ji bo cil û berg û aksasuarên Yemenî kevneşop nîşan bidim. Ji ber ku ez dibînim mîrata Yemenî mafê xwe di danasînê de baş wernegirtiye. Ji bo mîrata Yemenî bidim nasîn destpêka Hezîrana borî beşdarî vekirina Muzexaniya Niştimanî bûm. Parçeyek ji muzexaneyê vekirin û berhemên kevin nîşan dan weke aksesuaran, cil û bergan û tiştên kevin.”