Pêveka Jinê: Heta em şer lêpirsîn nekin emê xizaniyê çareser nekin

Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê bi mijara “Ger em şer lêpirsîn nekin emê nikarin xizaniyê çareser bikin” a têkildarî 1’ê Gulanê giha ber xwendekarên xwe.

Navenda Nûçeyan -  37'emîn hejmara Pêveka Jinê ya Yeni Yaşamê ya ji 15 rojî carekê tê weşandin bi manşeta "Ger em li şer nepirsin em nikarin xizaniyê çareser bikin" a derbarê 1'ê Gulanê de derket. Di hejmara nû de nivîsên cuda û gotubêjan cihê xwe girtin. Gotubêja Hicran Urun bi Serpil Kemalbay a HDP'yî re çêkiribû di hejmara nû de hat parvekirin.

Serenavên di hejmara 37'an de cih digirin wiha ne:

*Hem kurd hem rojnamegera kurd... / Kibriye Evren

*Ger em li şer nepirsin em nikarin xizaniyê çareser bikin / Gotubêja bi Serpil Kemalbay re - Hicran Urun

 *Polîtîkaya keda femînîst, bêbawerî û xizaniya jinê / Hulya Osmanagaoglu 

 *Niha dema gotina pergaleke bê mêtingerî û şer pêkan e ye / Nebile Irmak Çetin

 *Halê rojnamegeriyê yê jinbûyinê: Hewldana isbata xwe, destdirêjiyên nayên ispatkirin, zehmetiyên ne hewceyî ispatê ne  / Sevda Karaca

 *Dijberiya şer jî daxilî têkoşîna jinê ye!  / Heval Arslan

 *Piştevaniya Patriyarkal û doza Fatma Altinmakas / Firdevs Hoşer