‘Pêşketina jinan di qada hunerê de cihê serbilindî ye’

Festîvala şanoyê ya li Qamişlo bi dawî bû, serketiyên festîvalê hatin diyarkirin û xelatên wan hatin pêşkêşkirin. Sema Zîlan a ku xelata lîstikvana herî baş girt, anî ziman ku ew bi pêşketinên jinan di qada hunerê de serbilind in.

Qamişlo – Di 27’ê Adarê de ji bo bîranîna hunermendê şanoya Kurd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) ji aliyê Tev-Çand, Tevgera Hîlala Zêrîn û Meclîsa Çanda Herêma Cizîrê ve festîvala şanoyê hate destpêkirin. Festîvala ku li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala xwe ya 6’emîn de bi dirûşmeya “Tiyatro îfadeya mozaîka gelan e” hate lidarxistin, di 2’ê Nîsanê de bi dawî bû û serketiyên festîvalê û xelatên wan hatin eşkerekirin. Di çalakiya bidawîkirina festîvalê de kurte şanoyek bi navê “Ma te kesek kuşt” hate pêşkêşkirin û stranên bi Kurdî û Erebî hatin pêşkêşkirin.

Serketiyên festîvalê diyar bûn

Di çarçoveya mîhrîcanê de xelata "Koçberiya Bejik" xelata Nivîsa Şanoyê ya Herî Baş, Xelata Senaryoya Herî Baş ji Komîteya Şopandinê re, Xelata Lîstikvana Herî Baş jî ji Îzdihar Taher û Sema Zîlan re hat dayîn. Muhyeddîn Arslan Xelata Derhênerê Herî Baş, Xelata Performansa Şanoyê ya Herî Baş û Diljan Oso jî Xelata Lîstikvanê Herî Baş a Rola Yekem û Mîran Alû jî Xelata Zarokê Herî Baş wergirt. Lîstika "Berf jî diêşe" jî di Festîvalê de xelat girt. Di dema ku Kongra Star rêz ji jûriya Komîteya Şopandinê girt, koma "Kaya" ya ji Rojhilatê Kurdistanê ku yekem car beşdarî festîvalê bû jî hat xelatkirin.

'Pêşketina jinan cihê şanaziyê ye’

Di girtina festîvalê de Sema Zîlan a ku Xelata Lîstikvana Herî Baş wergirt ji ajansa me re axivî, bal kişand ser êrîşên li ser gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got, “Em serkeftinên ku tevî hemû êrîşan bi dest xistine, wek gaveke mezin dibînin. Festîval îsal tevî hemû zehmetiyan baş derbas bû. Rêber Abdullah Ocalan dibêje sedsala 21’an wê bibe sedsala jinan. Di vî warî de em pê serbilind in ku di eniya jinê de pêşketin çêdibin. Weke Tevgera Hîlala Zêrîn me erka xwe ya pêşxistin û destekkirina jinan ji aliyê çand û hunerê ve ji ber ku wê jin xwedî li çand û hunerê derkevin.”

'Em dixwazin xwe zêdetir pêş bixin'

Sema Zîlan da zanîn ku di lîstika ku lê lîstiye de behsa berxwedana jinên ku li girtîgehan ji bo azadiyê têdikoşin kirine û wiha got: “Bi vê lîstikê rengê jinê derket. Ez gelek şanaz im ku wek tîm xelata baştirîn lîstikvaniya şanoyê û xelata baştirîn lîstikvana jin wergirtiye. Daxwaza min ew e ku em bibin xwedî jiyanek azad û xwe zêdetir pêş bixin. Ez spasiya hemû jinên di warê hunerê de, bi taybetî jî şanoyê dikim û piştgiriyê dan.”