3’yemîn Mihrîcana Amara ya li Şehbayê bidawî bû

3’yemîn Mihrîcana Amara ya li Şehbayê di roja xwe ya sêyemîn de bidawî bû.

Şehba - Di bin diruşmeya "Bi pêşketina şoreşa çandî û fikirî, werin cenga azadiyê" Tevgera Ciwanan ên kantonên Efrîn-Şehba 3'emîn fastîvala Amara di 1'ê Nîsanê li darxistibûn piştî sê rojan îro li wargeha Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehba bi dawî bû.

Ev mîhrîcan çalakiyên çandî û sporî di nava xwe de dihewand. Di mehrecanê de îro gelê wargehê û saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn. Li qada fastîvalê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatibû daliqandin.

Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Koma stranan a kurdî bi navê Şehîd Rêber Kobanî, koma guvendê ya Şehîd Delal Şoreş, koma stranan a zarokan a Şehîd Demhat Cizîr, koma guvendê ya zarokan bi navê Şehîd Demhat Tekoşîn, koma stranan a bi navê Şehîd Serdem Agirî û koma guvendê ya zarokan bi navê Şehîd Nûjiyan bi pêşkêşkirina hunerên xwe cur bi cur mîhrîcan dawî kirin.