Pêşangeha wêneyan a rastiya jinên Filistînî nîşan dide

Navenda Ragihandina Civakî ya Xezayê pêşangehek bi navê "Wêneyên ku rastiya jinên Filistînê nîşan didin" vekir ku gelek berhemên têkoşîn û jiyana jinên Filistînê nîşan dide têde hatine pêşandan.

NEXEM KERACA 
Xeza- Navenda Ragihandina Civakî ya Xezayê (CMC) di çarçoveya çalakiyên projeya "Keyanî" ya li ser wekheviya zayendî ya li herêmên dagirbûyî yên Filistînê, pêşangehek bi navê "Wêneyên ku rastiya jinên Filistînî nîşan didin" bi beşdariya hejmarek rojnamevanan li dar xist. Gelek jinên ji herêmên cuda yên Filistînê pêşangeh mereq kirin û ji bo dîtina berxwedana jinên Filistînê ya bi wêneyan hatî pêşandan li pêşangehê amadebûn. Dîdarên di pêşangehê de kêfxweşiya xwe ya ji bo mayîndekirina dîtbariya keda jinên Filistînî anîn ziman.
“Ji bo berhemê keda jinên Filistînê di binhişiyê de mayînde bibe”
Di der barê pêşangehê de Seroka Desteya Rêveber a Navenda Ragihandina Civakî Hedaya Shamoun wiha got: "Ev pêşangeh hewldanek e ku hêviyên me yên ji bo guhertina îmaja qalibê jinên Filistînî nîşan bidin. Ji ber şoreşa teknolojiyê qalibên jinan hema bêje mezin dibin û form û îmajên nû digrin. Divê em her tim li ser vê wêneyê û encamên wê û bandora wê ya li ser nifşan di warê derûnî û rewşenbîrî de nîqaş bikin. Em her tim hewl didin ku pirsgirêkên jinan nîqaş bikin û wêneyê wan di medyaya dîtbarî, nivîskî, dengî û elektronîk de nîşan bidin. Ev pêşangeh şêwazeke nîqaşa berdewam a wêneyê jinan û têkoşîna wan a rojane ya li dijî dagirkerî, parçebûn û baviksalariyê nîşan dide. Di pêşangehê de wêneyên ku hebûna jinên Fîlîstînî di hemû forumên akademîk, medyayî, civakî û aborî de nîşan dide."
“Ji bo berhemê keda jinên Filistînê bibînim hatim pêşangehê”
Yek ji beşdarên pêşangehê Fereh El-Hilû jî nêrîna xwe ya di derbarê pêşangehê de wiha anî ziman: "Ez yek ji beşdarên pêşangeha ku jinên Filistînî eleqedar dike û hebûna wan di civakê de nîşan dide, ji bo dîtina karîgerî û xebata jinan di civaka Filistînî de hatim pêşangehê."
“Me di berhemên pêşangehê de dît ku jin dikarin xwe bigihînin serkeftinên mezin”
Lema Ebû Halûb ku ew jî yek ji beşdarên pêşangehê ye got ku dema ew di çalakiya çinîna zeytûnan de bûn, wêneyek ji wan hate kişandin û di pêşangehê de hate pêşandan ji bo nîşandana çend mijaran, nemaze beşdarbûna jinan di civakê de û wiha pê de çû: "Kesên di pêşangehê de amade ne, di wê baweriyê de ne ku jin dikarin hilberînê bikin û xwe bigihînin hemû astan."