Pêşangeha hunerên jinan ên destan li Helebê hat vekirin

Li taxa Şêx Meqsûda Helebê li Kongreya Star, bi wesîleya 8’ê Adarê pêşangeha hunerên destan vekir. Di pêşangehê de gelek jin amade bûn û dan zanîn ku çanda parastina karên destan jî yek ji nirxên civakî û neteweyî ye.

 
Heleb – Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşangehek hunerên jinan ên destan bi dirûşma "Bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin" bi beşdarbûna endamên sazî, dezgehên sivîl û jinên taxê li hola Tealêt a li Şêx Meqsûda kantona Şehbayê hat vekirin. Hola pêşangehê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatibû xemilandin. Di pêşangehê de tiştên ku bi destên dayikan hatine çêkirin weke tentene, qenewîç û alavên ku di demên berê de dihatin bikaranîn, hatin pêşandan.
“Jinan mora xwe li dîrokê xist”
Endama Saziya Civaka Sivil Yara Hisko Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha pê de çû: “Wateya dîrokê ya vê roje jixwe tê zanîn. Rêber Apo gotibû pêşxistina jinan tolhildana ji koletiyê re ye. Dîroka me jî pir dewlemend e bi mînakên bêhampa bi jinên berxwedêr û welatparêz ên ku di her serhildanek de cihê xwe girtin û pêşengî kirin, mora xwe li dîrokê û wijdanê me xistin. Em ê bi azadî û serbestî bijîn û dagirkeriyê li ser axa xwe tune bikin.”
“Em çalakiyên xwe diyarî hemû jinên cîhanê dikin”
Endama Kongara Star Emîne Xidiro anî ziman ku bi berxwedana jinan Roja Jinên Cîhanê hate îlankirin û wiha doman: "Berxwedana me zêdetirî 40 salan e didome. Em jî weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van mînakan dibînin. Hêviya me ew e ku hemû jinên di bin zilm û zordariyê de ne werin rizgarkirin û ew jî di civakên xwe de bibin xwedî rol û maf. Em jî weke Kongra Star a bajarê Helebê vê çalakiya xwe diyarî hemû şehîdan dikin.  Ên ku niha em bi saya wan li vir civiyane û her wiha em diyarî hemû jinan dikin em dibêjin ku keda dayikan winda nabe û dê her bijîn. Em Rêberê xwe jî ji bîr nakin ên ku riya azadiya jinan da pêşiya me û şoreş ji bo jinan ava kir.”
“Jin afrînerên jiyana azad in”
Fatmê Hesen ku beşdarî beşangehê bûye bi van gotinan hestên xwe anî ziman: “Bi boneya vê rojê îro bûye cejn, ji jinan re ji ber ku bi sed salan keda mezin hatiye dayîn, îro jî di vê rojê û mehê de bi boneya 8’ê Adarê ji yekê Adarê me det bi çelakiyê xwe kir yek ji van çalakiyan ev pêşangeh e me vekir ji bo tiştên kevin tiştê ku jinan bi dest çêkirin bila nifşên nû zanibin. Em sal bi sal vê pêşangehê vedikin ji bo ku nefşên nû bizanibin di vê dîrokê de jinan her tişt afirandiye û em ê riya xwe bidomînin.”
Pêşengeh bi gerandina govendê bi dawî bû.