“Min xwest bi xêzên xwe bibim dengê Garîbe Gezer”

Asli Fîlîz a ku Garîbe Gezer a li girtîgehê rastî îşkence û tecawizê hat bi xêzên xwe vegot, bi gotinên: “Garîbe li girtîgehê serî li ber neheqî û zilmê netewand, li ber xwe da û serî hilda. Garîbe hat qetilkirin lê tune nebû. Em wê bi bîr tînin û wekî ku sax be hê jî behsa berxwedana wê dikin. Dema ku em Garîbe bi bîr bînin, ew ê bijî” dibêje ku divê em li dijî vê muameleya neheq, nehiqûqî û bêwijdaniyê, "hemû bi hev re binivîsin, boyax bikin û biqîrin.”

 
SUHAM AKMAN
Navenda Nûçeyan – Sêwirmenda Grafîk Asli Fîlîz hê di temenê xwe yê zarokatiyê de ji ber polîtîkayên koçberiyê û zextê neçar ma axa xwe biterikîne. Asli Fîlîz ku li bajarê Stenbolê yê qet nas nedikir bi malbata xwe re jiyana xwe didomîne, her çend ji axa xwe dûr bû jî tu caran welatê xwe yê lê ji dayik bû, lê mezin bû ji bîr nekir. Ji bo ku bigihîje xeyalên xwe, sêwirmendiya grafîkê xwend û li ser dîrok û mîtolojiya Kurdî sêwiranên hunerî yên taybet çêkir. Wê ji bo gelek hunermend, ajans û afîşên rojnameyan, logo û bergê albuman sêwirand. Asli Fîlîz a ku di vî warî de serkeftinên girîng bi dest xist, Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandiraya Kocaeliyê rastî îşkence û tecawizê hat xêz kir. Asli Fîlîz bi gotinên "Garîbe hat qetilkirin lê tune nebû" pirsên ajansa me yên der barê xebaten xwe de bersivand.
Hûn dikarin destpêke xwe bidin nasîn? Hûn li ku derê hatîn dinyayê û niha li ku derê dijîn? Hûn xebatên bi çi rengî dikin?
Ez li Çewlikê Kanîreşê hatime dinyayê. Di salên 1990'an de ji ber pêvçûnên dewleta tirk ên li Kurdistanê, di sala 1992'an de ji ber helwesta siyasî û polîtîk a bavê min em bi malbatî neçar man koçî Stenbolê bikin. Min li Zanîngeha Beykentê ya Stenbolê beşa grafîkê xwend. Niha li Zanîngeha Hunerên Bedew a Hamburgê xwendekara beşa "Refa Grafîkê” me. Di pêvajoya xwendekariyê de li Hambûrgê hem li ser sêwirmendiya hunerî hem jî grafîkî li ser dîroka Mezopotamya, dîrok û mîtolojiya Kurdan xebitîm. Min yekemîn ecibandina karê profesyonel di rojnameya “Ulkede Ozgur Gundem” de bi dest xist. Ez di 20 salên jiyana xwe ya profesyonel de wek sêwirmenda grafîk xebitîm û min bi gelek hunermendên wek Metîn Kemal Kahraman, Ciwan Haco, Can Dundar, Kazim Oz, Mehmet Akbaş, Heja Netirk, Suat Usta, Fuat Saka, Cafer Solgun, Alî Yurekli, Rodî Guven Yalçinkaya re xebatên wek afîş, logo û bergên albuman re îmza avêt bin gelek berheman. Xebatên ku min bi xwe ji bo hunermendan çêkirine, ji aliye gelek sazî û rêxistinan ve hatin ecibandin. Ji bo Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê, Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londrayê, Kovara Jineolojî, Teatra Sarya Baran, Sînemaya Kobanê, MKM, MIG Zentrum, Jinê CENI, Jinê Rojbîn, NuJinha, Red Music Digital, Mecrayek Nû, Arşîva Can û gelek sazî û dezgehên siyasî, çandî û nûçeyan ku ez nikarim bihejmêrim, min karê sêwirmendiye kiriye. Ez li ajansa UNÎTED ku ew du sal in dixebitim, wek derhênerê afirîner û sêwirmeda grafîkê dixebitim.
We çawa dest bi xêzkirinê kir, hûn bi gelemperî li ser kîjan mijaran xêz dikin û xêzkirin  ji bo we tê çi wateyê?
Bi rastî jî ez ji zarokatiya xwe heta niha bi xet û grafîkê re eleqedar dibûm. Min kîjan kovar didît, li sêwiranên wê dinihêrî, min li kîjan xetê dinihêrî bi saetan lê temaşe dikir. Hê di zarokatiya xwe de min projeyên dibistanê yên hevalên xwe û yên xwe dîzayn û xêz dikir. Xebata min a grafîkê profesyonel a ewil bi xebata min a di rojnameya Ulkede Ozgur Gundem dest pê kir û paşê ez li Zanîngeha Beykentê bûm xwendekara grafikê ku gavên profesyonel bavêjim. Mamosteyê min Turan Asan li ser xetên min digot; "Xetên te yên pir paqij û karên grafîkî yên ku tu dikarî xwe bi xwe îfade bikî hene.” Xwendina min a hunerî dema ku ez di sala 2019’an de li Zanîngeha Hunerên Bedew a Hamburgê (HFBK) bûm xwendekar dest pê kir. Bi rêberiya rast a profesora min a li HFBK’ê Ingo Offermanns re ez zêdetir bi xebatên hunerî re eleqedar bûm.
“Dixwazin rewşên xemgîn ên li axa xwe û welatê xwe nîşanî cîhanê bidim”
Di xebatên grafik û tuvalê de, ez hewl didim çanda Mezopotamyayê bixim majara xwe û bi taybetî rengên wan hildibijêrim. Lewre ez dixwazim êş, xeyal, kefxweşî û xemgîniyên welatê xwe di serî de Ewropa nîşanî hemû cîhanê bidim. Bi vî awayî dixwazim ziman û çanda gelên Mezopotamyayê di serî de ya Kurdan ku rastî zilm û neheqiyê hatine bînim ziman. Ji bo vê yekê bînim ziman bênavber li ser dîrok û mîtolojiyê dixebitim, lêkolîn dikim. Di xebatên xwe de di serî de arkeolog Mesûd Alp, bi gelek zanyaran re dişêwirim û bi taybetî hewl didim bi agahiyên pirtûkan tenê bi sînor nemînim.
“Gelek gotinên min ên ku ez dixwazim bi riya rengan bibêjim hene”
Ez ji Kurdistanê me. Jineke ji neteweyek ku welatê wê bûye çar parçe, rastî pişavtinê hatiye, koçber bûye me. Wekî gelek jinên Kurd birînên min ên nekewiyayî hene. Li dijî van tiştên em dijîn bêguman gotinên ku em ê bibêjin hene. Em vê yekê bi nivîsandin, gotina stranan, reqs yan jî bi xêzkirina rengan tînin ziman. Ez xwe bi xezkirina rengan vedibêjim û bi navbeynkariya rengan, gelek gotinên min ên ku ez ê bibêjim hene. Mînak; Leyla Bedirxan, Eyşe Şan, Leyla Qasim û Sakîne Cansiz. Ev nav pir girîng in lewre hem li dijî civaka xwe hem jî li dijî dewlete li ber xwe dan, serî netewandin û gihîştin serkeftinê. Ev jinên reqas, dengbêj, şervan, xwedî însyatîf in ango xwedî ruhê pêşengiyê ne. Hem di warê hunerê de hem jî di şer de, ev her çar jin, rastiya jinên Kurd pir baş nîşan didin. Ji bo min xêzkirina jinên xwedî van serpêhatiyên bi heybet pir girîng e. Ez bi rengan hewl didim bibim dengê van jinan. Carna hûn nivîsek ji çend rûpalan dinivîsînin lê bandora wê bi qasî bandora ku ji rengan çêdibe nîn e. Ji ber vê sedemê xweîfadekirina bi rengan ji bo min gelek girîng e.
“Min ji bo pêşangeha Parîsê du berhem amade kirine”
Heta niha we berhemên xwe li ku pêşandane hûn dikarin ji me re bibêjin?
Çend pêşangehên min ên biçûk û hevpar çêbûn lê pêşangeha min a yekemîn a şexsî di Çileya 2022’yan de min li Itzehoe Kulturhof ê nêzê Hembûrgê li dar xist. Her wiha di meha Adarê li Parîsê, bi wesîleya 8’ê Adarê ku Tevgera Jinên Kurd a Fransayê organîze kiriye; pêşangeha min a bi navê “Destên me li navtenga me ye” dê 10 rojan li parîsê vekirî be. Min ji bo pêşangeha Parîsê du berhem amade kirin. Yek “Bîr/Aysel Tugluk û yek jî “Jina Şengalî ya ji zilma DAIŞ’ê reviyaye.” Ji bo pêşangehên nû bêguman dê xebatên min hebin. Ji bo bajarê Hambûrgê min teklîf girt û em niha organîzasyona wê dikin. Ez ji bo bajarên wekî Freiburg, Berlîn û Kolnê plansaziyan çêdikim. Ji ber pandemiyê Xebatên min hêdî ne lê ev yek nabe astengî.
"Min xwest bi rengên xwe bibim dengê berxwedana Garîbe" 
We Garîbe Gezer a ku di girtîgehê de bi guman jiyana xwe ji dest da xêz kiriye. Beriya her tiştî hûn vê bûyerê çawa dinirxînin, çi bandor li we kir, di dema xêzkirinê de we çi hîs kir û bi wêneyê ku we xêz kiriye we xwest hûn çi peyamê bidin?
Em bi xwişka Garîbe, Asya Gezer re hevdîtin dikin. Ji min re qala Garîbe kir. Garîbe hem di jiyana xwe ya civakî de hem jî di warê siyasî de jineke serhildêr bûye. Jineke bi hêz bûye ku neheqî qebûl nedikir, xwedî gotin bû, li ber xwe da û li ser hevgirtina jinan eleqedar bû. Garîbe li hemberî neheqî û zilma ku li girtîgehê tê kirin serî netewand, li ber xwe da û serî hilda. Garîbe hat qetilkirin lê tune nebû. Em wê bi bîr tînin û hê jî behsa berxwedana wê dikin. Her ku em Garîbe bi bîr bînin, ew ê bijî. Difikirin ku Garîbeyê bêdeng kirine lê em dibînin ku gelek jin, sazî û rêxistin dibin dengê Garîbeyê. Garîbe ji bo berxwedana xwe bedelên giran da. Divê em bi hev re li dijî vê muameleya neheq, bêqanûnî û bêwijdan binivîsin, boyax bikin û biqîrin. Min xwest bi rengên xwe bibim deng û hevparê vê berxwedanê.
 “Min xwest kesên li xebata min binêrin xwe di rûyê Garîbeyê bibînin”
Tûvala ku we wêneyê Garîbe Gezer li ser çêkiriye me dît ku we xetên rûyê wê xêz nekirine. Wateya vê çi ye? Di berhema we ya “Şahmaran” de jî heman tişt heye. Em di berhema we ya ku bi gelek îmgeyan hatiye xêzkirin de em xetên rû nabînin. Gelo we xwest hûn çi bibêjin, armancek wê ya taybet heye?
Hê roja ewil a qetilkirina Garîbe bû, dema ku ez bi Can Dundar re li ser mijareke din dipeyivîm, ji min re qala Garîbe kir û got; "Li gorî min tu Garîbe Gezer xêz bikî baş dibe." Piştî ku xebata min xilas bû, Can Dundar pêşniyara "rûyê wê dikare bibe neynik, her kes xwe di Garîbe de bibîne” kir. Ew jî ramanên min re bibû tercûme. Min xwest kesên li xebata min binêrin xwe di rûyê Garîbeyê de bibînin, berxwedana wê hembêz bikin û êşa wê hîs bikin.
"Êşa du jinan mezin e û çend êşên cuda nîşan dide" 
Şahmaran jî weke jineke ji aliyê Camîsan ve rastî îxanetê tê. Camîsan ji bo navdengî  û meqam îxanetê li Şahmaran dike. Ev îxanet bû sedem ku Şahmaran bê qetilkirin û bibe sê parçe. Êşa van her du jinan mezin e û çend êşên cuda nîşan didin. Garîbe Gezer êşa berxwedan û êşa zilma di navbera dîwarên hepsê de jiya. Şahmaran jî êşa evîn û îxanetê jiya. Min dikaribû yan bi neynikê ve êşa piralî ya van jinan jiyaye nîşan bidim, an jî bi jinek ku îfadeya wê ya rûyê wê nîn e nîşan bidim. Garîbe ji bo jinan li ber xwe da û serî hilda, lewma divê rûyê wê bibe rûyê me hemûyan û bila îfadeya rûyê Şahmaran nebe ku kesê li Şahmaran dinêre êşa li rûyê Şahmaran li ser wêneyê bi cih bike.
"Min porê wê kesk kir ku hêviyê belav bike "
Wateya rengên ku hûn di wêneyan de bi kar tînin heye? Mînak wekî keskbûna por, reşbûna qazaxê wê û sorbûna tiştên din…
Garîbe jineke xurt, serhildêr û bi hêvî bû. Min porê Garîbe yê zêde kesk kir ku hêviyê belav bike, dema ku ew di nava caxên reş ên girtîgehê de dihat qetilkirin dengê xwe da bihîstin û serhildana xwe nîşan da, ji ber vê yekê rengê qazaxê wê reş e û ji ber di navbera caxên reş ên girtîgehê de serî hilda bilind bû. Min bi qazaxê wê caxên girtîgehê destnîşan kir. Rengê sor hêza serkêşî, hêrs û îradeyê nîşan dide. Rengê sor bi enerjiya ku hişyar dike hêza tevgera bedenî pêk tîne. Min xwest dema em li Garîbe mêze bikin û rengê sor dibînin, bi fizîkî bikevin tevgerê.
Hûn dixwazin herî dawî çi bibêjin?
Hêvî dikim li dijî zilmê, ev gotinên me yên dawî bin û helbet gotinên me yên gelek ên xweş jî dê hebin. Gelek hevalên me yên siyasetmedar, rojnamevan û hunermendên ên ku niha girtî e hene. Siyasetmedar Aysel Tugluk, Leyla Guven û gelek siyasetmedarên me yên jin bi îdiaya “Rêveberiya rêxistinê” di girtîgehê de ne. Muzîkjen Nûdem Durak ji ber ku muzîka bi Kurdî çêkiriye û mamosteya muzîka Kurdî ye di girtîgehê de ye. Helbestvan û wênesaz Cengîz Sînan Çekîl tenê yek ji girtiyên nexweş e û li pişt dîwarên hepsê jî bi helbest û wêneyên xwe re têkoşîna xwe didomîne. Sedef Kabaş bi îdiaya "heqaret li Serokomar kiriye“ di girtîgehê de ye. Selahaddîn Demîrtaş, Osman Kavala û mirovên me yên girtî ku em nikarin navê wan bihejmêrin hene. Ez dixwazim hemû girtiyên nexweş, ên pîr û bi awayekî bêqanûnî girtî ne bên berdan. Herî dawî jî weke hemû jinan ger em bi hev re li dijî pergala serdest a mêr bisekinin, em ê bi hêz bibin û dengê xwe bidin bihîstin.