Nivîskar Rendela Jibûr di romana "Jiyana min a duyemîn" de çîroka jiyana xwe vedibêje

Nivîskar Rendela Jibûr diyar kir ku wê çîroka jiyana xwe kir roman û wiha got: "Romana min ji her kesî re dibe alîkar ku têkçûnên ku di jiyana xwe de jiyaye derbas bike. Di romanê de ji bo jin biserkevin û xwe îspat bikin çîrokên serkeftinê û peyam hene."

CAROLINE BAZZI

Beyrûd – Nivîskar Rendela Jibûr bi lehenga romana xwe ya bi navê "Wicûd" re hemû hûrgiliyên jiyana xwe dijî, bi eşq, evîn û kêfxweşî û bi êş, xemgînî behsa wê dike. Nivîskara ku di 30'ê Mijdara 2020'an de dayika wê jiyana xwe ji dest da û jiyana wê ya yekem bi çûyîna wê vemirî, hîna nekariye jiyana xwe ya duyemîn bidomîne, lê wê jiyan da lehenga xwe "Wicûd".

"Romana min ji her kesî re dibe alîkar ku têkçûnên ku di jiyana xwe de jiyaye derbas bike"

Nivîskar Rendela Jibûr li ser sedema hilbijartina navê "Jiyana min a duyemîn" ji bo romana xwe wiha got: "Dema diya min wefat kir min hîs kir ku jiyana min bi dawî bûye lê ez hîn sax bûm. Ez neçar bûm ku di navbera teslîmkirinê an berdewamkirina jiyanek nû de hilbijêrin. Jiyana duyemîn di romana min de vexwendineke erênî ye ji bo her mirovî, ku biryar di destê me de ye ku em ji xwe re jiyanek nû çêbikin. Romana min behsa gelek mijarên psîkolojîk û enerjiya erênî dike û ji her kesî re dibe alîkar ku têkçûnên ku di jiyana xwe de jiyaye derbas bike. Roman ne nexşeyek rê ye, lê bêguman teşwîqek e ku erê em dikarin li ser lingan bisekinin û xwe ji nû ve dilşa bikin."

"Wicûd bi karek nû, welatek nû û rewşek nû ya civakî dest bi jiyanek duyemîn dike"

Der barê çîroka "Jiyana min a duyemîn" de Rendela Jibûr wiha anî ziman: "Jiyana min a duyemîn romana bi zimanê lehenga bi navê "Wicûd" e, bi rûniştinên dermankirinê yên bi derûnterapîsta bi navê Canîn re çîroka jiyana xwe vedibêje. Di vê romanê de du lehengên sereke hene û ew jî Wicûd e ya ku di zikê xwe de êşek dîtiye û ev yek wekî stresê hatiye teşhîskirin, ku ew kiriye ku here dermankirina derûnî, lehengê duyemîn jî psîkoterapîst Canîn e ku rewşên ku Wicûd tê de derbas dibe ji perspektîfa psîkolojiyê dişopîne. Di dawiyê de, tevî her tiştê ku ew tê re derbas dibe, tevî windakirina Canîn jî, Wicûd dikare guhertinek mezin çêbike û bi karek nû, welatek nû û rewşek nû ya civakî dest bi jiyanek duyemîn bike."

"Di romanê de ji bo jin biserkevin û xwe îspat bikin çîrokên serkeftinê û peyam hene"

Rendela Jibûr da zanîn ku tedawiya derûnî ji bo her kesî pêwîst e, bi taybetî li cîhana erebî, ji ber rewş û qeyranên siyasî, aborî û civakî û wiha pê de çû: "Peyama min ji çûyina lehenga romanê cem psîkoterapiyê ev e ku piştrast bikim ku ne şerm e ku kesek biçe cem psîkoterapîst. Min evîn û veqetîn jiyan kir, min mirin û tirs jiyan kir, ev hest û raman di vê romanê de ne. Bi bûyerên ku bi leheng Wicûd ve girêdayî ne, min beşek ji raman, hest û tiştên ku ez tê de derbas bûm, anîn ziman. Di romanê de ji bo jin bextewar bibin, biserkevin û xwe îspat bikin çîrokên serkeftinê û peyam hene. Min ev roman di sal û nîvekê de nivîsand."

"Zextên ku ez rastî wan hatime bi berhemeke edebî bi awayekî erênî îfade dikim"

Rendela Jibûr destnîşan kir ku nivîskarî li cîhana erebî ne pîşe ye û ne jî çavkaniya debara jiyanê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber vê yekê ez neçar bûm ku di dema xwe ya vala de an jî dema ku min xwe rehet hîs dikir, xwe terxan bikim ji bo nivîsandinê û ji ber vê yekê ew ne xebatek berdewam bû. Ez hewl didim ku jiyana xwe ya duyemîn çêbikim. Lê bê guman, ez jî ji romana xwe fêr bûm ku destpêkirina jiyanek duyemîn dem digire. Carinan nivîsandin û xeyal ji rastiyê hêsantir e. Di heyama dawî de ji ber girêdana min a siyasî ya bi Tevgera Welatparêzên Azad re rastî zordestî, çewsandin û zextên derûnî û medyayê hatim. Ez van zextan bi berhemeke edebî bi awayekî erênî îfade dikim."

"Romana min ji ber girêdana min a siyasî rastî êrîşan hat"

Rendela Jibûr eşkere kir ku ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mabû û wiha anî ziman: "Ez ji vê rastiyê, lê bi awayekî saxlem revîyam û min ev efrandina edebî hilberand. Romana min ji ber girêdana min a siyasî rastî êrîşan hat. Nivîskar û romannivîsên Lubnanê ji kêmbûna piştgiriya madî û manewî ya ji aliyê wezaretên pêwendîdar ve eşê dikşînin. Nivîsandina medyayê û nivîsandina edebî ji hev cuda ne. Nivîsa rojnamevanî yan medyayî bi rastîyê re têkiliyek heye û rastiyê radigihîne û cudahiya şêwaz û ziman heye û nivîsa edebî hinekî xeyalî ye. Di hemû rûpelan de ez bi Wicûd re giriyam û bi wê re keniyam, hêrs û tirs bûm û bi wê re şa bûm û di dawiyê de min bi rastî hest bi zayîna jiyanek nû kir. Heta ku em hemû hûrguliyên romanê bi wê re nejîn, em nikarin raman û hestên lehengê ragihînin."

"Her çiqas ez nivîskara romanê me jî lê her cara ku romanê dixwînim tiştek nû kişf dikim"

Rendela Jibûr bi lêv kir ku her çiqas ew nivîskarê romanê ye jî, her cara ku ew romanê dixwîne, tiştek nû kişf dike û wiha axivî: "Em ê du jiyanan bijîn, jiyana duyemîn gava ku em êm dikin ku tenê yek jiyanek heye dest pê dike. Ji ber vê yekê divê em zanibin ku em yek jiyanek dijîn û bextewariya xwe paşve nexin. Peyama min a duyemîn ev e ku bextewarî di destên me de ye û ne hewce ye ku em li benda wê ji kesî bin. Ya sêyemîn jî, tu carî ne dereng e û her dem îmkana derbaskirina zehmetiyan heye."