Tabloyên bi derziyê tên çêkirin ji çanda Kurdewar hatine

Ev cara yekem e li wargeha penaberan a Mexmûrê jina ciwan a şêwekar a bi navê Medîne Tok bi dezî tabloyek çêkir û da diyarkirin ku wê ji tayê ku dayika wê pê gore û çente çêdikir îlham girtiye û dest bi çêkirina tabloyên bi derziyê kiriye.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr - Di çanda Kurdan de piranî çanda Kurdên Botanê de çêkirin gore, çente, şeleme û mehfuran bi derzî bi nav û deng e û piraniya hemû dayikan bi derzî karê dest dikin û ev çanda xwe ya karê dest heta roja me ya îro anîne. Di roja me ya îro de jî gelek tiştên bi derzî tên çêkirin hene û yek ji van jî bi nexş û derzî çêkirina tabloyên wêneyan e. Jina ciwan a şêwekar Medîne Tok ku li wargeha penabaran a Mexmûrê dijî û xwediya gelek tabloyan e, tabloyên wê di gelek pêşangehan de hatine nîşandan, ev cara yekem e li Mexmûrê bi derzî dikaribûye tabloyekê çêbike û der barê çêkirina tabloya xwe de ji ajansa me re axivî.

“Min ji dayika xwe îlham girt”

Medîne Tok diyar kir ku dema ew fêrî xêzkirina tabloyan bûye gelek tablo çêkirine xwest tiştek din ên hunerî û hîn balkêştir çêbike û wiha got: “Min di sala 2019’an de dest bi karê hunera şêwekariyê kir. Min destpêkê bi pênûsa reş wêne xêz dikir, piştre ez fêrî çêkirina tabloyan bûm û min gelek tablo xêz kirin. Tabloyên min di pêşangehan de hatin nîşandin. Bi demê re min xwest ez tiştek cuda û balkêş çêbikim ji ber wê jî ez ketim nava lêgerîn û lêhûrbûnê û min dema ku dît havalek me bi derzî wêneyek biçûk çêkiriye, li malê jî dema ku dayika min bi derzî gore û tiştên dest çêdikir ji wê jî ez bi bandor bûm çawa ku dikare wan nexşan li ser gore û çenteyan çêdike min jî ji vê yekê îlham girt û min jî biryar da ku ez tabloyeke bi derzî çêbikim.”

“Çîroka Şahê Maran di serê min de mabû”

Medîne Tok bi bîr xist ku di dema zarok bû gelek caran guh xwe daye çîroka Şahê Maran û heta niha ji ber bala wê kişandibû mabû di fikrên wê de û wiha got: “Dema ku min destpêkê xwest ez bi derzî tabloyan çêbikim, hinek teredutên min hebûn, min digot gelo ez ê bikarim çêbikim yan na lê em dizanin ku ger mirov tiştekê ji dil û can bixwaze mirov dikare bi ser bixe. Ev tabloya ku min hilbijart ji jî dîrokê heta niha di çanda Kurdî de Şahê Maran heye û di zaroktiya xwe de jî min gelek caran li çîroka Şahê Maran guhdar kiriye. Ew çîrok di fikrên min de mabû û bala min kişandibû. Ji ber wê min xwest ez destpêkê tabloya Şahmaran bi derziyê çêbikim. Min destpêkê xetên wê yên sereke bi pênûsa reş çêkir, piştî wê min dest bi çêkirina tablo kir. Ev rengên ku min di tabloya xwe de bi kar anî 7-8 rengên cuda yên ku bala min kişandin û rengên wan li xweşa min çûn, min hilbijart. Li gorî resman tê guhertin min ev tablo di nava 20 rojan de di demên xwe yên vala de temam kir.”

Şêwekar Medîne Tok di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku li pey xeyalên xwe bimeşin û got: “Banga min ji bo ciwanan ew e ku tişta dixwazin wê bikarin pêk bînin min xwest min pêk anî ew jî bixwazin wê pêk bînin.”