Nivîskar Aîda El-Cewherî: Hişyariya zayendî riya rizgariyê ye

Nivîskara pirtûka "In misogyny (Nefreta Jinê)" Aîda El-Cewherî bingehên nefretên li dijî jinan vedikole û dighîje encama ‘hişyariya zayendî û xwenasîn riya rizgariyê ne.’

SOZAN EBO SEÎD

Beyrûd – Lêkolîner Aîda Al-Cewherî di pirtûka xwe ya bi navê "In misogyny (nefreta li dijî jinê)" de çîroka Radînayê û xwişkên wê ku ji hêla Dar Al-A'idun ve hatiye weşandin, bi çîrokên jiyana rastîn, li ser têgeha nefreta li dijî jinan nîqaş dike. Her wiha hesta kêmasiya jinane ku di malbatê de ji zarokatiyê destpê dike, ji hev vediqetîne. Aîda balê dikişîne ser rola dayîk û bavan a di domandina vê hestê de. Her wiha jinên ku vê kêmasiyê dipejirînin û bêdiliya beşdarbûna di jiyana giştî de bipêş dixin, rexne dike.

Di navbera çîrokbêjî û lêkolîna zanistî de

Nivîskar Aîda El-Cewherî diyar kir ku di pirtûka xwe de, lêkolînên vegotinî û zanistî bi hev re kirine yek û çîroka "Radînayê" bikar aniye. Aîda da zanîn ku vêya îlham daye wê ku mijara "nexweşiya kêmasiyê" ya di nav jinan de ji ber kedxwariya di zarokatiyê de çêbûye, çareser bike. Aîda anî ziman ku çîroka Radînayê hesasiyetên wê yên jinantî teşwîq kir û han da ku bîranînên jinên di heman rewşan de êş kişandine binvîse. Aîda xwestiye ku tiştên wek yên hevkara wê "Cenan" ku rastî zilm û zordariya malbatê hatiye, bi bîr bîne. Wê di pirtûkê de li ser karakterên xwe çîrokeke nû ava kiriye.

'Hestê kêmasiyê di zarokatiyê de çêdibe'

Aîda El-Cewherî qala hevala xwe Cenan û çîrokên wê kir û wiha got: "Min hevkara xwe Cenan û her tiştê ku wê dikir, bi bîr anî. Tevî her tiştî, hebûna min li kêleka wê û çawaniya tevgerîna wê ya di polê de û li qada lîstikê, ew aram dikir. Piştî ku ez li ser vê pirsgirêkê û têgehên di nav de nexweşiya kêmasiyê hene yên bi tevahî derûnî, kûr bûm. Min ew ji perspektîfeke nû û bi amûrên nû yên analîtîk bi bîr anî. Biyografiya wê nivîsand, mîna ku Cenan Radîna be, dema ku mezin bibe, nîşan dide ka jinek bi vê nexweşiyê çawa dikare di temenê xwe yê pêşketî de tevbigere. Hestê kêmasiyê di zarokatiyê de çêdibe û paşê zehmet e ku were sererast kirin. Rolên zayendî yên ku jinan paşguh dike û têgînek ji wan re wek kêmnirx diafirînin, rexne dikin. Ev cudakarî, pêşveçûna jinan a psîkolojîk û rewşenbîrî asteng dike."

'Pêdivî bi qanûn û saziyên rewşa zarokan bişopînin heye'

Aîda El-Cewherî ya bawer dike ku çareserkirina pirsgirêka hestên kêmasiyê yên zarokên keç pir girîng e wiha got: "Ji ber ku ew ji danûstandinên ne baş ên di nav malbatê de derdikeve, ku pirî caran encama kevneşopiyên perwerdehiyê yên ji dayîkan têne veguhestin e. Nebûna çavdêriya saziyî ya li nav civakên Erebî li gorî Rojava rexne dikin. Pêdivî bi zagon û saziyên ku rewşa zarokan dişopînin heye. Bi taybetî di ronahiya belavbûna berfireh a tundiya navmalî ya bêyî hesabdayîn de mîna ku bi "Radîna" re qewimî."

'Ji bo pêşketina jinan hişmendiya zayendî girîng e'

Aîda El- Cewherî tekez kir ku hesta kêmasiyê ya ji ber zordariyê çêdibe, dibe sedema derketina holê ya kategoriyên cûda yên jinan. Aîda destnîşan kir ku bi taybetî yên dikarin bi riya perwerde, kar û bidestxistina jêhatîbûnê li hember vê hestê li ber xwe bidin mînak in û wiha pê de çû: "Ev jin baweriya xwe bi xwe tînin û têkiliya xwe bi zordarên xwe re ji nûve dinirxînin. Lê ev kom dibe ku ji ber cudakariya zayendî bi zordariyê re rûbirû bimîne. Perwerde bi tenê têr nake, divê bi hişmendiya rastîn a zayendî re were hevparkirin da ku jinan bibandor û domdarî hêzdar bike. Ev kategoriya jinan xwe bi îşkencekarê xwe û bi îdeolojiya mêr a serdest ve girêdide. Ev jin çareseriya herî hêsan hildibjêre ku wê ji rûbirûbûnê diparêze, lê di berdêla wê de êrîşkariyeke navxweyî ya tund dihewîne."

'Zanekirina jinan a jî riya rizgariyê nîşan dide'

Aîda El-Cewherî bal kişand ser kategoriyên din ên jinan û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Ew jinên ku berê xwe dane razên veşartî û di wan de cureyek rizgariyê dibînin. Ger ew li ser erdê ne bextewar bin, dibe ku di jiyana piştî mirinê de bextewar bin. Ew ji xwe re dibêjin ku ev îradeya Xwedê ye û ew nikarin li dijî îradeya îlahî derkevin. Ew li benda rihetiya ji hêza îlahî ne da ku ji barê êşa ku tê de dijîn birevin. Cureyek din a razên veşartî heye ku serî li 'bextê' an astrolojiyê didin da ku alîkariya wan bike ku bandorê li rastiyê bikin. Zanakirina jinê jixwe rêya sereke ye ji bo xilasbûna ji hestên kêmasiyê û perwerde, kar û tevlêbûna civakî û deriyên xilasiyê jê re vedikin. Divê jin bi girîngiya parastina laşê xwe jî bizanibin. Lihevhatina bi laş re bo bidestxistina hişmendiya xwe û baweriya bi xwe, gelek girîng e."