Li Cezayîrê 8'emîn Mîhrîcana Şanoya Jinan destpê kir

Di rûniştinek çalakiyên 8’emîn Mîhrîcana Neteweyî ya Berhemên Şanoya Jinan de, beşdaran bal kişandin ser ronîkirina ezmûnên jinan û piştgiriya jinên afirîner û xwediyên projeyan ên di qada şanoya Cezayîrê de.

RABIA XARÎS

Cezayîr – Şanoya jinan li Cezayîrê bi rêya hewildanên hunerî yên ku hewl didin beşdariyên jinan di warên cûrbecûr ên xebata şanoyê de ji lîstikvanî û nivîsandinê bigre heya derhênerî û hilberînê ronî bikin, hebûna xwe di nav dîmena çandî de xurt dike.

Bajarê Anaba ji 30'ê Îlonê heta 5'ê Cotmehê, ji bo 8'emîn Mîhrîcana Neteweyî ya Hilberîna Şanoya Jinan, mazûvaniya komeke bijarte ya aktrîst, nivîskarên şanoyê û kesayetên afirîner ên Cezayîrî dike. Mîhrîcana îsal bi mijara "Horizons", bernameyek pêşkêş dike ku rêze performansên şanoyê, nîqaşên rewşenbîrî, atolyeyên perwerdê û çalakiyên çandî û hunerî dihewîne.

Merasîm bi bûyerên fermî sînordar nebû

Merasîma destpêkirinê tenê bi bûyerên fermî ve sînordar nebû. Çalakiyên wê li çend deverên vekirî yên Anabayê jî berdewam kirin. Meydana kevin a bi navê "Place d'Armes", an Meydana 19'ê Tebaxa 1956'an, mazûvaniya performansên cûrbecûr ên  hunerî kir. Di nav de pêşandanên breakdance ku ji hêla komek herêmî ve û piştre jî performansên şanoya kolanan ku rê da têkiliya rasterast a di navbera hunermend û temaşevanan de, hene.

Bernameya destpêkirinê her wiha pêşangehek ji cilên şanoyê yên jinên berê jî dihewîne. Ev pêşangeh, bi hevrêziya Şanoya Neteweyî ya Cezayîrê hatiye organîzekirin. Bi rêya vê pêşangehê, mîhrîcanê beşek ji dîroka şanoyê ya Cezayîrê û ezmûnên nifşên berê yên hunermendên jin vejand, taybetmendiyên bêhempa yên cilên şanoyê bi mîrata sehneya Cezayîrê re kir yek.

Her wiha di merasîma vekirinê de hejmarek ji hunermend û berpirsên qada çandî ku di nav wan de Rêvebera Çand û Hunerê ya Eyaleta Anaba Salîha Barqûq û kordînator û hunermenda şanoyê Fatên Qesar hene, amade bûn. Hunermenda rêzdar Aida Qesûd jî di wêneyekî ku berdewamiya nifşan di nav qada hunerî û şanoyê ya Cezayîrê de nîşan dide de, amade bû.

Ji Pêşandanên şanoyê heta piştgiriya jinên karsaz

Ev mîhrîcan nêzîkatiyek berfirehtir digre, ji performansên şanoyê wêdetir diçe û balê dikişîne ser piştgiriya hunermend û karsazên jin. Rêveber û hunermenda mîhrîcanê Tounes Ait Alî, ragihand armanc ew e ku vê mîhrîcanê veguherîne platformek vekirî û domdar a ji bo piştgiriya nivîskar, derhêner û karsazên jin di hunerên performansê de. Tounes destnîşan kir ku mîhrîcan, dê atolyeyên perwerdê yên taybet û pêşkêşkirina projeyan li ber komîteyên profesyonel pêşkêş bike.

Bername 37 hunermendên jin dihewîne ku hebûna berfireh a jinan di nivîsandin, derhênerî û hilberînê de, ji bilî lîstikvaniyê, nîşan dide.

Forûma Jinên Afirîner dê bê lidarxistin

Yek ji xalên girîng ên vê rûniştinê "Foruma Jinên Afirîner" e ku biryar e îro bi beşdariya derhênerên şanoyê yên herêmî, derhênerên mîhrîcana û serokên saziyên çandî bê lidarxistin. Armanca forûmê ew e ku ji aliyekî ve di navbera jinên afirîner û xwediyên projeyan û ji aliyê din ve jî aktor û biryarderên di qada hunerî û çandî de qadek ji bo ragihandinê biafirîne.

12 pêşandanên şanoyê û xwendinên rexneyî

Li gorî Tounes Ait Ali, bernameya şanoyê ya vê carê 12 pêşandan dihewîne ku ezmûnên cihêreng di warê şanoya jinan de pêşkêş dikin. Di nav wan de "Kampa Veşartiyan" a Şanoya Herêmî ya Guelma ku derhêner Moufida Arras e, her wiha "Mermaid," "Roman Carnival" û berhemên din ên bernamekirî hene.

Tounes Ait Alî da zanîn ku şopandina van berheman bi pêşandanên li ber temaşevanan ve sînordar nîne û wiha got: “Bername her wiha 12 gotarên rexneyî yên ku ji hêla akademîsyen û pisporan ve têne pêşkêşkirin jî dihewîne. Ev armanc dikin ku berheman, mijarên wan û hilbijartinên wan ên derhênerî û nivîsî bixwînin û analîz bikin, bi vî rengî aliyek rexneyî û rewşenbîrî li bûyerê zêde bikin.

'Helbest riyek din ji afirînerên jin re vedike'

Tounes Aît Alî destnîşan kir ku îro cihê arkeolojîk ê Hippo Regius dê xwendina helbestan li dar bixe ku tê de çend helbestvanên jin, di nav de Nadia Nawasser û Lamis hene, beşdar bibin. Di çalakiyek ku helbestê bi qada dîrokî re dike yek û rêyek din ji bo hebûna afirîner a jinan di bernameya mîhrîcanê de vedike, heye.

Çalakî li gelek deveran belav bûye

Çalakiyên mîhrîcanê li gelek deverên bajarê Anaba belav dibin. Di nav de Şanoya Herêmî ya Azzedine Medjoubi, Meydana Şoreşê û cihê arkeolojîk ê Hippo Regius hene. Her wiha deverên din ên çandî û hunerî, bi vî rengî hebûna mîhrîcanê li gelek deverên li seranserê bajêr mîsoger dike