Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal hat betalkirin

Mîhrîcana Fîlman Altin Portekal ji ber bertekên ku ji ber belgefîlma “Hukmê Qanûnê” cara duyemîn ji bernameyê hat derxistin, hat betalkirin.

Navenda Nûçeyan - Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê îsal bi sansurê ket rojevê. Mîhrîcan ji ber bertekên li dijî sansurê hat betalkirin. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhîttîn Bocek ev biryar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal eşkere kir.

Di daxuyaniya Serokê Şaredariyê de ev tişt hatin gotin: “Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê, me Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê ya ku me ew vegerand ser esasê xwe, bi salan li ber xwe da ku yek ji markayên herî girîng ên Antalya û welatê me ye û me plan kiribû ku em di navbera 7-14 Cotmehê de li dar bixin, ez bi xemgînî agahdarî hemû hezkiriyên sînemayê dikim ku ji ber pêvajoya heyî û sazkirî me ew betal kir. Ez hemû sûcdariyên ku bi rêya fîlm li min û şaredariya me hatine kirin vedigerînim muxatabên wan ên rast.”

Çi qewimî bû?

Piştî ku belgefîlma “Hukmê Qanûnê” ku qala têkoşîna edaletê ya du xebatkarên giştî yên ku bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê (KHK) de ji kar hatibûn avêtin, di Mîhrîcana Fîlman a Altin Portakal de ji hilbijartinê hat derxistin, endamên juriyê ji mihrîcanê vekişiyan, piştî biryara vekişandina fîlm vegeriyan. Piştre jî Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” biryara vekişîna ji festîvalê ragihand. Piştê wê jî Wezareta Ciwan û Werzişê ya Tirkiyeyê ragihand ku têkiliya xwe bi mîhrîcanê re qut kiriye û got ku ew ê salona ku ji mîhrîcana re hatiye veqetandin nedin.