Porteqala Zêrîn biryar da ku dîsa 'sansurê bidomîne'

Piştî ku Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku ji bo belgefîlma 'Hukma Qanûnê' piştî ku di hilbijartinê de cih girtiye desteka xwe vedikişîne, ev belgefîlm cara duyemîn ji festîvalê hat derxistin.

Navenda Nûçeyan- Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê dewam dike. Belgefîlma 'Hulma Qanûnê' ku ji roja ewil  a festîvalê dibe sedema nîqaşan ku dê , dê beşdarî festîvalê bibe yan na. Rêveberiya mîhrîcanê ku fîlm ji hilbijartinê derxist û piştî bertekan ji vê biryarê gav paşde avêt, vê carê jî bi daxuyaniya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ya "destekdayîna vekişînê" helwesta xwe ya ji bo sansurê nîşan da.

Dîsa hat derxistin

Der barê mijarê de Rêveberê Festîvalê Ahmet Boyacioglu wiha got:

"Ez hatime agahdarkirin ku ji ber hebûna fîlmê Enfalkirina Qanûnê ya di festîvalê de li ser navê min lêpirsîn hatiye vekirin. Lêpirsîn û gefên li ser ewlehiya jiyana min û ekîba min di asteke pir bilind de berdewam dike. me piştgiriya pêwîst ji pîşesaziya sînemayê wernegirt û bertekên xwe bi dengekî bilind nîşan da. Ne mimkûn e em qebûl bikin ku em wek alîgirê rêxistineke terorê tên binavkirin. Em belgefîlma bi navê “Hukma Qanûnê” ji hilbijartina Festîvalê derdixin."

"Çi qewimî?

Piştî ku fîlm ji hilbijartina mîhrîcanê hat derxistin, ewil endamên juriyê vekişiyan û paşê jî derhêneran bi girseyî fîlmên xwe ji mîhrîcanê vekişandin, her ku bertek zêde bûn belgefîlm jî di hilbijartinê de cih girt. Lê vê carê Wezareta Çand û Tûrîzmê bertek nîşanî biryarê da û ragihand ku ew ji festîvalê vedikişin. Lê sponsorên mîhrîcanê jî bi wezaretê re tevdigerin û piştgiriya xwe paşve kişandin.