Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye roja duyemîn de didome

Duyemîn Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye, bi şanoya "Hêrîn" ya bajarê Reqayê di roja duyem de didome.

Kobanê - Duyemîn Mîhrîcana Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye, bi diruşmeya "Li vir hin hêvî hene, divê bên pêşkêş kirin" bi dewreya xwe a duyemîn di duh di 5`ê Cotmehê de bi wesîleya 8`emîn salvegera şervana YPJ`ê a fedayî Arîn Mîrkan destpê kir.

Bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê bi coş û meraqeke mezin îro berê xwe dan navenda Çand û Hûnera Baqî Xido da ku li xebatên mîhrîcana şano ya Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê Ye binêrin. Di roja duyemîn a festîvalê de ji bajarê Reqayê şanoya ji cureya monodrama bi navê "Hêrîn" ku behsa rastiya şer û aloziya Sûriyê dike, hat pêşkêşkirin.

Têkildarî şano û bi giştî rewşa mîhrîcanê, ajansa me nêrîn û hestên beşdarvanan girt.

"Mîhrîcan xwedî wate û girîngiyeke mezin e"

Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Firatê û endama komîteya amedekar ya mîhrîcanê Rodîn Yusif nirxandinên xwe wina anî ziman: "Ev demek e dirêj e em amedekariyên festîvalê dikin, ji ber vê em ê rû bi rûyê şanoyên dewlemend û bi wate bin. Pêwistiya me bi çalakiyên çandî û hûnerî heye ku mirov bikaribe rola xwe di nava civakê de bilîze. Şehîd Arîn yek ji sembolên berxwedana Kobanê ye ku heta dawiyê jî li dijî terora DAIŞ`ê şer kir. Ji ber vê ev mîhrîcan ji bo bîranîna wê û tevahî cangoriyên şerê Kobanê ye. Şano eynîka civakê ye, ji ber vê çalakiyên bi vî rengî çand û kiltûra civakê jî diparêze. Di van 10 rojên festîvalê de em ê rastî gelek ziman, devok û çandên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin. Ji ber vê ev hestekî gelek xweş bi me re ava dike."

"Mîhrîcanekê dewlemend û bi nirx e"

Her wisa şanoger Leyla Ehmed ku ji temaşevanên mîhrîcanê ye, çavdêriyên xwe wiha bilêv kir: "Festîvala Arîn ya şanoyê di dewreya duyem û di roja duyem de birêve diçe. Me roja yekê şanoya Dara Jînê dît, me yekser hestên ku me di dema şerê Kobanê de jiyan kiribûn, dîsa jiyan kir. Di roja duyem ya mîhrîcanê de ji bajarê Reqayê şanoya bi navê "Hêrîn" hat pêkêş kirin. Ev şano bi rêbazeke profesyonel hatibû amedekirin, ev yek jî rengekî xweş da festîvalê. Li aliyekî din mirov girêdana gel ya bi şanogeriyê re dibîne, her kes bi coşeke mezin berê xwe didin navenda Çand û Hûnera Baqî Xido. Em serkeftinê ji hemû koman re dixwezin û em di wê baweriyê de ne ku em bigihêjin encamên gelek baş."

Li gor bernameya festîvalê dê siba şanoya bi navê "Lêpirsîna dawiyê" ji aliyê koma şano ya ji Kobanê, were nîşan dan.