"Wextê ku ez stranan dibêjim wekî perperîkan difirim"

Hemrîn Selah û Hena Hemîd ên hûnermendên ciwan bûn mêvanên me, çend stran û helbest gotin û nêrînên xwe der barê stran, muzîk û çawaniya parastina vê çandê de anîn ziman.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Her civakek xwedî dîrok û hunerek e, civaka me jî bi hunermend, dîroknas û berxwedêrên xwe tê nasîn. Li hemberî hemû sînorên ku ji wan re dihatin dayin, hunermendên Kurd dikaribûn bi stranên xwe yên şoreşgerî gel rakin ser piyan û ji ber bandora stranan gelek ciwan tevli tevgera azadiyê bûn. Bêguman stranên Kurdî xwedî kevneşopiyeke kevnar in. Her stranek dîrokek e, di nava gotinên stranan de mirov komkujiyên ku gelê Kurd dîtine dibîne. Di nava şevbihêrkan de muzîkên klasîk jî bi pêş ketin. Muzîka Kurdî gelek modelên wê hene dengbêj, stranbêj û çîrokbêj in. Her wiha ji amûrên kevnar wekî bilûr, erbane û tenbûr li Kurdistanê tên bikaranîn.

Dibêjin gelên ku herî zêde bi urf û hunera xwe ve girêdayî ne, yên di bin çewisandin û sirgûnê de ne. Ji ber vê yekê jî dîroka muzîka Kurdî kevnar e. Li Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmehê û îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re saziyên çandê hatin vekirin. Li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk hat vekirin û ciwan rêz bi rêz beşdar bûn. Li navendê 4 komên Kurd û Ereb ên bi navê Koma Kulîlkên Kurdistanê, Ş.Şiyar, Xabûr û koma Çûkên Pêşerojê hene. Kom hemû jî yên stranan in. Helbestvana herî biçûk 10 salî ye. Her wiha li gorî rêveberiya navendê ji m ere da xuyakirin ku amadekariya avakirina komeke nû ya govendê ji bo mezinan tê kirin. Hejmara zarokan li navendê digihîje 45 zarokan. Her wiha di planên demên pêş de avakirina komên şano, wênesazî û govendê hene.

Hemrîn Selah û Hena Hemîd bûn mêvanên me, çend stran û helbest gotin û nêrînên xwe der barê stran, muzîk û çawaniya parastina vê çandê de anîn ziman.

Hemrîn 15 salî ya nûgihîştî, zarokeke ciwan e bi rûkeniya xwe tê nasîn û bi kenê xwe bêyî ku destûrê bixwaze, hezkirina xwe derbasî dilê mirovan dike. Hemrîn di zaroktiyê de ligel bavê xwe fêrî stranan dibe. Paşê wekî biçûkitrîn endam beşdarî Tevgera Çand û Hunerê ya navçeyê dibe. Hemrîn Selah der barê hunerê de nêrîna xwe anî ziman.

"Stran ruhê min sivik dikin"

Hemrîn Selah piştî ku stranek pêşkêşî me kir hestên xwe bi van gotinan bi me re parve kir: "Ji ber xwişka min a mezin tevli Çand û Hunerê bû, pê re min jî ji stranan hez kir, xwest werim navenda çandê. Di 7 saliya xwe de min dest bi gotina stranan kir. Ji ber hinek zehmetiyên xwendinê ez demekê ji navendê veqetiyam, paşê dîsa vegeriyam. Di wê navbera xwendinê de min hîs dikir ku tiştek ji min kêm e û divê ku ez temam bikim. Ji ber ez zarok bûm, bi nêrîna civakê nedifikirîm ku kî çi bibêje, ya girîng ji bo min ew bû ku ez stranan bibêjim. Dema min stran digot ez bi bask dibûm û wekî perperîkê bifiriyam. Civakê cara yekemîn didît ku zarokek biçûk bi dengê xwe yê xweş dilê mirovan geş dike, pir kêfxweş dibûn."

"Ne tenê civakê min hûnermendên Kurd jî nas kirin"

Hemrîn Selah got ku bi tevlibûna navenda Çand û Hunerê civaka xwe nas kiriye û wiha domand: "Ne tenê civaka xwe lê belê min gelek hunermend û helbestvanên Kurd jî nas kirin yek ji wan jî Eyşeşan e. Min helbestvanên mezin Cegerxwîn û Feqiyê Teyran jî nas kir. Ya herî bi nirx jî ew e ku em şopa wan bidomînin. Çand nebe nirxê civakê jî nîn e, ji ber wê jî civak û çand hev temam dikin. Kesa/ê dûrî çanda xwe bikeve ji mirovahî û civaka xwe qut dibe. Çand ne tenê muzîk, stran û şano ye, gelek nirxan digre nava xwe û mijareke kûrtir û berfirehtir e."

"Her stranek çîrok û dîrokek e"

Hemrîn Selah da payin ku pir girîng e mirov çand û dîroka xwe nas bike û wiha pêl da gotinên xwe: "Beşên civakê yên din ku li stranên biyaniyan guhdarî dikin, stranên xwe nizanin, ji vê re tê gotin çanda kapîtalîzmê. Divê ku civak û ciwanên me jî ji çanda xwe dûr nekevin, nêzî çanda xwe bibin û li stranên kevn ên hunermendên xwe guhdarî bikin. Stranên kevn xwedî dîrokekek in, gotin li pey hev hatine rêzkirin û gotin. Her stranek çîrokek û dîrokek e. Li gorî her pêşketinek û serhildanek di civakê de hunermendan stran çêkirine."

"Dixwazim bibim hunermendek bi nav û deng"

Hemrîn Selah hêvî û daxwazên xwe yên pêşerojê jî wiha anî ziman: "Di pêşerojê de ez dixwazim bibim hunermendek bi nav û deng. Daxwaza min ew e ku ez bibim hunermendek mezin û bi nav û deng, di rêwîtiya stranan de xwe kûr bikim. Dixwazim Kurd hîn bêtir bi stranên xwe werin nasîn. Muzîk bêsînor e, çiqas lê guhdar dikim hîn bêtir asoyên min fireh dibin û dîroka mirov bêtir tê nasîn."

"Bêyî destûra min gotin û muzîk ji zingiloka min derdikevin"

Hemrîn Selah got ku ew dema karên malê dike stranan dibêje û wiha pêde çû: "Li her ciyekî guncaw ez stranan dibêjim û gotin bêyî destûra min ji zingiloka min derdikevin. Em her 4 xwişk û bavê xwe stranan dibêjin. Hesteke pir xweş û bi nirx e. Divê ku zarokên dixwînin nêzî çanda xwe bibin. Dixwazim malbat jî zarokên xwe bişînin navenda çand û hunerê ku werin çand, stran, muzîk û lîstikên şanoyê fêr bibin. Ya herî girîng di civakê de çand e."