Li Qamişloyê 7’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê destpêkir

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 7’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ya ku bi dirûşma “Jin kulîlka buhara çandê ye” li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna tevahî sazî û rêxistinên jinê destpêkir.

Qamişlo – Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekî çapemeniyê di 23’yê Sibatê de starta 8’ê Adarê dan. Ji wê demê ve êzeçalakiyên 8’ê Adarê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kelecanek mezin dom dike. Îro jî Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 7’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ya ku bi dirûşma “Jin kulîlka buhara çandê ye” li Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin. Wê di Mîhrîcanê de gelek hunerên jinan ên mîna helbest, stran, şano, govend, pêşkêşkirina filîm, pêşengeh û hunera destan bên pêşkêş kirin. Dê mîhrîcana jinan 2 rojan bi tevlîbûna tevahî sazî û dezgahan dom bike. Di roja yekem a mîhrîcanê de Koma Gera Stêrk a bajarê Hesekê stran pêşkêş kirin. Her wiha koma Yursoyo govend gerandin. Helbestvan Roşa helbestek bi zimanê Suryanî û helbestvan Nêrgîs Îsmaîl helbestên xwe xwendin. Her wiha fîlîm hate pêşandin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Encûmana Zagonsaz a Herêma Cizîrê Arya Ehmed wiha hate kirin.
“Jiyan bi jinê bi wate ye”
Arya Ehmed da zanîn ku ew dixwazin jêhatîbûnên jinan di mêhrîcana hunerê de nîşanbidin û got: “Îro bi tevlîbûna bi hezaran jinan ev mîhrîcan tê li darxistin. Ev mîhrîcan jêhatî û afrîneriya jinê derdixîne holê. Divê herkes li kêlek jinê bisekine, bal û guhê xwe bide jinê. Mîhrîcana jinê bi wate û bi nirxe û ev nirx jî nirxa tevahî jinan e. Jin di hundirê xwe de evîn û qimetê dihewine û ev yek jî bandor li civakê dike. Jin jiyane û stûna civakê ye û di avakirina civakê de rola bingehîn dileyîze. Jin roj bi roj destanên afrînerî û serkeftinê dinivîsînin. Zehmetiyên ku herî zêde em rastî tên kevneşopiya civakê ye, ev yek jî em dikarin bi karê xwe derbasbikin. Desteya çandê hunera jinan pêşkêş dike.”
“Rengê jinê derket holê”
Komîteya Amadekar Mîhrîcanê Botan Hoşê  wiha got: “Me mîhrîcana 7’emîn destpêkir. Îsal ruxmê rewşa ewlekarî, me cardin karibû mîhrîcana xwe pêk bînin. Amadekariya Mîhrîcanê bi destê jinê pêk hat. Bi sedan jin bi hunerê xwe beşdarî vê mîhrîcanê bûn. Hemû jin bi hêvî û bendewariyek mezin amadekariya vê mîhrîcanê kirin. Di vê mîhrîcanê de wê wêje û huner bêne pêşandan. Her wiha wê pêşbirk jî bê li dar xistin. Jin bi keda destê xwe tiştên destan çêkirin. Me di vê mîhrîcanê de rengê jinê derxist holê. Dê mîhrîcana me 2 rojan bê li dar xistin. Em bi hêvîne mîhrîcana me bi serkeftî pêk were. Sazî û Rêxistinên ku destekê mîhrîcana me kirine em spasî dikin.”
Hêjayê gotinêye ku dê mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê 2 rojan dom bike.