Newaya Jin bi manşeta “Şoreşa jinê di kêliyê de pêk tê” derket

Newaya Jin bi manşeta “Şoreşa jinê di kêliyê de pêk tê” gihişt ber destê xwendekarên xwe.

Navenda Nûçeyan - Hejmara meha Adarê ya Newaya Jin bi manşeta “Şoreşa jinê di kêliyê de pêk tê” derket. Di vê hejmarê de perspekftîfên li ser 8’ê Adarê hene û qala têkoşîn û serkeftina jinan tê kirin. Di hejmara 204’an de danasîna pirtûka ‘Bingehên dîrokî yên şoreşa jinan û pêşeroja wê’ tê kirin. Ev pirtûk ji aliyê Şervîn Nûdem hatiye nivîsandin û ji aliyê Akademiya Jineolojiyê hatiye çapkirin. Zozan Sîma di gotara xwe de diyar dike şoreşa jinan şoreşeke çandî û civakî ye û ji ber vê Tevgera Azadiyê ya Jinan wateyekê dide 8’ê Adarê. 
Nazan Ustundag jî sala borî ji aliyê jinan ve dinirxîne û ji Rojhilata Navîn heta Asya û Emerîkayê derbarê êrişên li ser jinan û berxwedana jinan agahiyan dide. Nîlufer Koç jî diyar dike ku 8’ê Adara 2022’yan berpirsyariyeke giran dide tevgera jinên kurd.
Yûrdûsev Ozsokmenler jî diyar dike barê krîza ekonomîk dikeve ser milê kedkar û jinan û diyar dike feraseta mêrserwer, zayendperestî, nijadperestî û şîddeta li ser jinan zêde bûye.
Bêrîtan Zagros jî di nivîsa xwe de balê dikişîne ser rîsk û avantajên li ser jinên kurd ên li Başûrê Kurdistanê. Medya Doz jî balê dikişîne ser fîlm û belgefîlmên ku ji aliyê derhênerên jin hatine kişandin û diyar dike jinan çawa ku pêşengiya berxwedanê kirin a niha jî fîlmê van berxwedanan dikişînin. Mamosteya akademiya Ma Muzîkê û endama Jin Mayê Evîn Tiryakî derbarê projeyên Jin Ma û Zarok Mayê pirsên Roza Metîna bersivand.