Li Mexmûrê li ser 8’ê Adarê şano hat pêşkêş kirin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li ser 8'ê Adarê şano hat pêşkêş kirin.

Mexmûr - Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de li wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê Tevgera TEV-Çand û Stêra Zêrîn ve ji bo semtên 1 û 2 li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şano hat pêşkêş kirin. Şano bi beşdarbûna çalakvan û şêniyên wargehê li Saziya Ciwanan hat pêşandan. Di şanoyê de jiyan û têkoşîna jinên Xwedawend ku heta roja îro hatine, her wiha berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê hatin destgirtin.

Hêjayî gotinê ye ku wê sibê heman şano ji bo her du semtên din werin pêşandan.