Flîma “Stranên Keziya Sor” li Qamişlo hat pêşandan

“Stranên Keziya Sor” fîlmekî muzîkal e ji berhemên Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn e ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatiye amadekirin îro li 5 bajaran hat pêşandan.

Qamişlo- Ev heft meh bûn ku Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn bi koordînasyona bi Saziya Çand a Pargîn, Hunergeha Welat û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê Tev-Çand re amadekariyên fîlmê “Stranên Keziya Sor” a muzîkal dikir. Îro bi amadebûna bi dehan kesan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fîlm hat pêşandan.

200 jin ji pêkhateyên cuda di filmê de cih digirin

Di “Stranên Keziya Sor” de yê ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye kişandin, nêzî 200 jin ji pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digirin. Her jinek bi reng û dengê xwe, ji zarok, ciwan û jinên temen mezin rih dan klîbê.

Keziya Sakîne Cansiz a sor bû ilhama jinên têkoşer

Ev fîlm jî weke diyarî ji bo berxwedan, ked  û têkoşîna jinên tevahî cîhanî taybet ku ilhama wê ya bingehîn jî ji têkoşîna jina Kurd û şehîda tevgera azadiya jinê Sakîne Cansiz e. Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê bû, di dîroka şoreşa jinan de xwedî sembol û taybet ji bo jinên Kurd îlhameke mezin e. Li ser vê bingehê ev fîlm bi “Keziya Sor” hat binavkirin.

Jin Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem derfet dibînin ku vê carê jî bi rêya çand û hunera xwe ya bedew bi her awayî xwe îsbat bikin. Ev ked û berhem dê bibe malê hemû jinên herêmê û di pelên dîrokê de bê nivîsandin. Fîlm di heman dema pêşandina li Qamişlo, li 4 bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesekê, Kobanê, Reqa û Tebqa jî hat pêşandan.