Li dijî rêgirî û êrişan jin bi çand û hûnerê jî têdikoşin

Li dijî rêgirî û êrişan jinên ku di hemu qadên jiyanê têdikoşin, bi çand û hûnerê jî li berxwe didin. Stêra Zêrîn a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dewreyek perwerdeya ensturmanan da destpêkirin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Ji aliyê Stêra Zêrîn a wargeha penaberan a Mexmûrê ve bi beşdarbûna 120 zarok û ciwanên ji wargeha Mexmûrê bi navê dewreya Şehîd Hozan Mizgîn dewreya perwerdeya ensturmanan hat destpêkirin. Dewreyê di 15’ê Hezîranê de dest pê kir û tê armanckirin ku bi qasî 3 mehan berdewam bike. Endama Stêra Zêrîn Ronahî Yaman der barê armanca wan a perwerdeya ensturmanan de ji ajansa me re axivî.

‘Me dewre li ser navê Şehîd Hozan Mizgîn daye destpêkirin’

Ronahî Yaman diyar kir ku wek Stêra Zêrîn her sal dewreyeke ensturmanan didin destpêkirin û got: “Ji bo ku em bikaribin perwerdeyek nîşanî zarok û ciwanan bidin me wek Stêra Zêrîn dewreyeke perwerdeya ensturmanan daye destpêkirin. Rêjeya temenê xwandekarên ku hatine perwerdeyê ya biçûkan ji 8 heta 13 salîye, ya ji bo ciwanan jî me sînorek diyar nekiriye heta temenê 35 salî jî beşdarî vê dewreyê bûne. Hem dayik hene hem jî ciwan.”

Ronahî Yaman anî ziman ku dê dewreya perwerde li ser navê Gurbet Aydin (Hozan Mizgin) a yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurd ku him fermandar him jî hûnermend bû, tê vekirin.  Ronahî Yaman wiha dibêje: “Armanca me ew e ku em herî kêm perwerdeyê 3 mehan bidin berdewamkirin, dibe ku dirêjtir bibe ev jî wê li gorî asta xwandekaran were diyarkirin. Me ji xwe re kiriye armanc ku em bikaribin her sal xwendekaran perwerde bikin.”

‘Bi vê perwerdeyê çanda xwe jî nas bikin’

Ronahî Yaman, armanca destpêkirina dewreya perwerdeya ensturmanan anî ziman û got: “Di van 3 mehan de ji ber ku ciwanên me li malê dimînin û tu derfetek wan ya çûyîna ji derve nîn e ku xwe fêrî ensturmanan bikin em jî dixwazin li gorî derfetên ku di destên me de ne bi qasî ku em dizanin em wan fêr bikin. Daxwaza wan jî heye û heta niha 120 xwandekaran navê xwe nivîsandine. Wek tê zanîn dibistan jî bi dawî bûne, hemû ciwan li malê dimînin ji bo wê li şûna ku bi tiştek cuda yê sûdek nede wan xwe mijûl bikin, bila bên vir. Hem wê çanda xwe nas bikin, hem jî wê bikarin hunerek pêşkêş bikin. Jixwe ji zarokatî ve dest pê dike daxwaza wan, ji ber wê ger em bikarin ji niha ve ji wan re pêşwazî bikin wê heta demdirêjî berdewam bike ango armanca me ev e, hem em bikarin endamên xwe jî zêde bikin û yên daxwaza wan heyî bikaribin ji xwe re ensturmanek lê bidin.”