6’emîn Festîvala Jinên Kurd dest pê dike

"6'emîn Festîvala Jinên Kurd" ku wê ji bo bîranîna Fîdan Dogan a 10 sal berê li Fransayê hat qetilkirin, bi temaya "Tolhildana me wê şoreşa jinê be" dest pê dike.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya bîranîna Fîdan Dogan (Rojbîn) ku 10 sal berê li Fransayê ligel siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hat qetilkirin, “6’emîn Festîvala Jinên Kurd” di 18’ê Hezîranê de dest pê dike.

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK) derbarê Festîvala Jinên Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “10 sal berê sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di 23’yê kanûnê de jî hunermend Mîr Perwer, Abdurahman Kizil û Emîne Kara (Evîn Goyî) hatin qetilkirin. Em 10 sal in têkoşîna heqîqet û edaletê dimeşînin. Yek ji parçeyê vê têkoşîna me jî Festîvala Jinan a Fîdan Dogan e. Me îsal vê festîvala xwe diyarî Evîn Goyî ya ku li Parîsê hatibû qetilkirin, kir.

Wê festîvala me ya îsal di 18’ê Hezîranê de bi dirûşma‘Jin, jiyan, azadî’ li Qada Stalîngradê were kirin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi awayekî xurt tevlî vê festîvalê bibin.”