Li Başurê Kurdistanê êşên jinan bi kurtefilman tên nîşandan

Mijara kurte filma bi navê “18-19” li ser êşên jinên ciwan ên ku beriya bibin 18 salî di malên bê xweyî de bi tenê tên hêlane.

Mijara kurte filma bi navê  “18-19” li ser êşên jinên ciwan ên ku beriya bibin 18 salî di malên bê xweyî de bi tenê tên hêlane. 
TERZE TEHA
Silêmanî- Bi rêya kurte filman êşên jinên ciwan tên nîşandan. Kurte filma bi navê “18-19” ji aliyê rêxistina xelk ji bo geşepêdan, bi alîkariya rêxistina NPA, tê kêşan çîrokên vê kurte filmê ji jiyana rast wergirtine. Ev kurte film ji 15 deqeyan pêktê di vê kurtefilmê de 5 aktorên serke û 35 lîstokvan dilîzîn. Demê kêşana kurte film çar rojan dewamkiriye.
"Di filman de ditinek cûda ya jinê heye"
Derhêner û senarista kurte filma “18-19”  Roje Hesên diyar kir ku dimenê kurte filmê li bajarê Silêmaniyê girtine û niha karê berhema kurte filmê piştî komkirina berheman mantoj û muzikê dê çêbikin û wiha behsa kurte filmê kir: “Em hewil didin bi rêya vê kurte filmê rewşa jinên ciwan nîşan bidin ku piştî dibin 18 salî ji malê bi tenê derbikevin, bi tenê û bêyî alîkariya tu kesan ru bi ruyî civak û çandê dibin. Me hizir kir ku em çîrokek bi vî awayî bi şêweyek cuda nîşan bidin. Dû armanca kêşana vî kurte filmî heye, yekem em wê êşê nîşan didin em hewil didin biner jiyana wan jinên ciwan hîs bikin, ya dûyem jî aliyê berpirsyartiya jiyanê dixin nava pirsyaran. Sedemê wê jî ji ber nebûna jinan di aliyê derhêner senoryo nivîsina filman de di gelek filman de tenê mêrin ew jî giringî nadin ditîn û hebûna jinê û tenê mêran dikin qehreman. Karê me ewe ku em bikarin weke jin van çîrokan binivîsin, em wêneyên rast nîşan didin ji ber gelek çîrokên rast hene ku nehatine nivîsandin û ditinek ya me ya cuda di filman de heye. Em hewil didin bi awayek berfireh di sinemayê de kurtefilmê nîşan bidin û hîn zêdetir xelk bibin bînerên kurtefilmê.”
Di filman de nîşadana jinan bi awayek cûda ku çawa ru bi ru yî astengiyan tê lîstokvana kurte filma “18-19” Sîna Ceza ya rola serke di lîze jî wiha got: “Gelek balkêşe ku di vê kurte filmê de wêneyek baş nîşan dide, herçendî ku jin di nava jiyanê de rastî zehmetiyan were jî bi xwe li ser lingan dimîne. Peyamek vî kurte filmî heye ku jinek ciwan dema dibe 18 salî çawa dikare bi tena serê xwe xwe li ser lingan bigre, 18 sal ne temenek wisane ku kesek bikare bi tenê li ser lingê xwe bimîne.”