Bi destên jinên pîşekar mozaîka li hemberî windabûnê li ber xwe dide

Jinên ku li her cihî û di her şert û mercî de xwedî ruhê hilberîner in; di warê parastina çanda kevnar de jî hesasiyeta wan li pêş e. Hunera mozaîkê li Idlibê, bi destên jinên ku ji hunerê hez dikin û xwedî nazikiya hunerî ne tê parastin. Ev huner bi rengê xwezayî û xeyalî malên li Idlibê dixemilîne.

 
LÎNA EL-XETÎB
Idlib- Hunera Fuseyfusa li bajarê Idlibê berbelav e û ji bo gelek malbatan çavkaniyek dahatê ye, bi taybetî jin fêrî wê dibin. Ev huner girêdayî çêkirina tabloyên bi xêzên geometrîk, nebatî an heywanî yên ji kevirên mermerî ye, ji bo xemilandina xanî, salon, kargeh û hwd.y
Sada Al-Nacar a 29 salî di destpêka axaftina xwe de wiha dibêje: "Em keviran vediguherînin muzeyên jîndar ku mîrateya niha û hunera otantîk tevlihev dikin. Ez  kevirên rengîn li ser tabloya li pêşberî xwe tevlihev dikim da ku tabloyeke ji mozaîkek xweşik çêbikim. 
"Bi pêşeya mozaîkê debara xwe û dayika xwe dike"
Sada El-Necar a ji bajarê Atma yê gundewarê bakurê Idlibê ye, ev nêzî 5 sal in vê pîşeyê dike û debara xwe û dayika xwe ya nexweş dike û tîne ziman ku ew di karê xwe de kêf û şahiyê dibîne tevî ku çi hewcedariya hunerê bi ezmûn, rastbûn, jêhatîbûn û gelek sebr di çêkirina xêzkirinê de heye.
Di nav amûrên ku ji bo çêkirina tabloyan hewce ne, Sada El-Necar diyar dike ku di karê xwe de pêdivî bi qutkerek bi destan ku pênûsên mozaîka bibire û madeyek zeliqandî ku perçeyên mermer li ser tabloyê bi hev de dike heye. Her metreyek çargoşe zêdetirî 10,000 perçeyan ji mermer dihewîne.
Der barê qonaxên amadekirina tabloya mozaîka de jî dibêje: "Destpêkê ez resm li ser tabloyê li gorî mezinahiya  pêwîst çap dikim, paşê perçeyek ji naylonek zelal û tora fiberî didim ser tabloyê. Dûre ez dest bi birîna mermerê xwezayî li gorî mezinahiyên wêneyê bi sawêra kevir dikim û dest bi xêzkirina keviran li ser tabloyê dikim û bi madeyek zeliqandî lêdixim.
Di navbera dîmenên xwezayî, şeklên geometrîk û xemilandî de hunerek bedew...
Sada El-Necar bal dikşîne ku temamkirina tabloyê 5-7 rojan digire, li gorî cure û mezinahiya tabloyê û mijarên ku mirov hildibijêrin, ji ber ku ew di navbera dîmenên xwezayî, şeklên geometrîk, xemilandî û karakterên rastîn û xeyalî de cuda dibe. Hin esnaf kevirên mermer bi cam, plastîka hişk an jî mirwariyê diguherînin.
Her wiha Leyan El-Salûm a 33 salî ya ji Idlibê, ne tenê karê mozaîkê dike her wiha sê jinên serperişt jî perwerde dike û wiha dibêje: "Min xizmeteke hêsan pêşkêşî jinên serperişt kir, bi riya fêrkirina bingehên hunerê da ku karibin tabloyan çêkin û bifiroşin û ji wan sûd bigirin di başkirina şert û mercên jiyana xwe de û parastina vê hunerê ji windabûnê bikin.
"Ji ber bihayê zêde yê madeyên ku pê vê hunerê çêdikin zehmetiyê dikşînin"
Der barê zehmetiyên ku di dema xebata mozaîka de pê rû bi rû dimînin, Leyan El-Salûm wiha axivî: "Yek ji zehmetiyên herî girîng ên ku em pê re rû bi rû ne, zêdebûna bihayê madeyên xam ên ku ji bo xebatê hewce ne, kêmbûna hin cureyên mermeran û nebûna organîzekirina pêşangehên mozaîkan e ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê. Her wiha penaberî bû sedema belavbûna karkerên jin û mêr û çûyîna gelek kesan li derveyî welat, di heman demê de şert û mercên şer kêmbûnek di firotina tabloyan de çêkirin.”
Ji aliyê din ve Semîra El-Hosarî ya 32 salî, koçbereke ji Xan Şêxûn e. Piştî mirina hevserê xwe di şer de ji dawiya sala 2019'an ve, ew her çar zarokên xwe xwedî dike û wiha dibêje: "Min biryar da ku hînî hunera mozaîkê bibim da ku bikaribim debara zarokên xwe bikim û dahatek bi îstîqrar peyda bikim. Piştî mirina hevserê min, ez li karekî geriyam da ku debara zarokên xwe bikim lê bêencam bûm, min biryar da ku ez hînî hunera mozaîkê bibim ji ber ku ez di hundurê mala xwe de pîşeyê bikim, bêyî ku zarokên xwe bi tenê bihêlim. Ez ji dahata xwe kirêya malê û lêçûnên xwe yên rojane pêk tînim.”
"Mozaîk hunerek kevnar e li Idlibê bi nav û deng e"
Êş û şert û mercên dijwar nikarin li hember hunerê bi ser kevin, ji ber ku xelkê Idlibê tabloyên mozaîk ên ku bedewî û afirîneriyê îfade dikin dikirin, di nav wan kesan de jî Sîham El-Etar, a 41 salî ya ji bajarê Sarmada heye. Ew jî ji vê hunerê hez dike û mala xwe pê dixemilîne, wiha behs dike: "Mozaîk yek ji kevintirîn hunerên kevnar e ku li Idlibê navûdengê mezin bi dest xistiye ji ber ku xwediyê dewlemendiyeke mezin û girîng e ji tabloyên erd û dîwaran ku vedigere zêdetirî serdemeke dîrokî.  Tablo bi rastbûna kar, hevrêziya rengan û kalîteya pîşesaziyê tê diyarkirin.”
Sîham El-Etar di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez hez dikim ku mala xwe bi van tabloyan bixemilînim da ku tama xwe ya hunerî têr bikim û ji ber ku ew dîmenek xweş dide her cîhî.”
Tevî şert û mercên dijwar, gelek jin li Idlibê li hember zehmetî û astengiyan li ber xwe dan da ku kevirên belavbûyî di tabloyên hunerî yên ku rastiyê dişibînin kom bikin û bi wê debara jiyana xwe bikin her wiha parastina vê hunera kevnar ji windabûnê bikin.