Li Şehbayê bi boneya 8’ê Adarê pêşangeha çandî

Bi nêzikbûna 8’ê Adarê ofîsa jin a TEV-DEM’ê ya herêma Efrînê pêşangeha çandî, hunerî û folklorî li kantona Şehbayê vekir.

Şehba- Di bin dirûşma “Mîrasa me nasnameya me ye, mîrasa me hebûna me ye” ofîsa jin a Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-DEM) pêşangehek hunerî, çandî û folklorî hat vekirin. Di pêşangehê de berhemên ku çanda kantona Efrîn û Şehbayê di nav xwe de dihewîne bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê li hola navenda çand û hunerê ya navçeya Ehdasa kantona Şehbayê, hatin pêşandan. Hol bi amûrên kevnar hatibû xemilandin. Di pêşengehê de endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bûn. pêşengehê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Gulê Cefer axivî.
“Ji bo em xwedî li çanda xwe derkevin”
Gulê Cefer behsa armancên wan ên ji bo pêşangehê kir û wiha got: “Ruxmî koçkirina xelkê Efrînê jî dîsa li Şehbayê hemû rengên çalakiyên xwe nîşan didin û bi riya wan berxwedan û têkoşîna xwe îsbat dikin. Bi boneya 8’ê Adarê me xwest pêşangehê li dar bixin tê de çanda pêkhateyên civakê ji gel re pêşkêş bikin. Em Roja Jinên cîhanê li Rêber Apo û tevahî jinên berxwedêr pîroz dikin. Armanca me ji vê pêşangehê ew e ku civak xwedî li mîras û çanda xwe derkevin.”
Çanda gelê Efrînê hat pêşandan
Piştre xwarina gelêrî “Hevîr” ku di Efrînê de bi nav û deng e hat amadekirin, li kêleka wê jî koma Kevnşopî ya Çiyayê Kurmênc a guvendê derket ser dikê û guvenda Efrînî pêşkêş kir. Di heman demê de cilên çanda Kurdî yên folklorî hatin pêşandan. Her wiha Yekitiya Rewşenbîrên herêma Efrînê şanoyek li ser kapîtalîzm û bandora wê li ser civakê pêşkêş kir.
Piştî ku çanda gelê Efrînê hat pêşkêşkirin, çanda gelê Şehbayê û pêkhateyên wê jî hat pêşandan tê de adetên civaka Şehbayê ji gel re hatin pêşkêşkirin her wiha koma Ş. Dilşêr Kefer Nasêh stranên xwe gotin.
Pêşengeh bi gerandina guvend û gotina stranan bi dawî bû.