Kilîba nû ya Koma Hêviya Jinên Şengalê ya ji bo 8’ê adarê

Koma Hêviya Jinên Şengalê wê îsal jî bi kilibeke nû 8’ê Adarê pêşwazî bike. Sitrana bi navê “ ew YJŞ ne” a ku têde qala hêza YJŞ’ê dike ji aliyê Komê ve ji bo 8’ê Adarê hatiye amadekirin.

Koma Hêviya Jinên Şengalê wê îsal jî bi kilibeke nû 8’ê Adarê pêşwazî bike. Sitrana bi navê “ ew YJŞ ne” a ku têde qala hêza YJŞ’ê dike ji aliyê Komê ve ji bo 8’ê Adarê hatiye amadekirin.
EVÎN ZENDA
Şengal - Li Şengalê piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jinan Tekoşîna xwe ya ku ji dîrokê heya roja îro ya heyî roj bi roj mezintir û berfirehtir kirin. Jinan di tevahî qadên jiyanê de reng û hêza xwe bi awayê herî bedew nişandan. Yek ji van qadan jî Navenda Çand û Hunera Êzidxanê ye ku piştî fermanê li Şengalê hatiye avakirin. Kar û xebatên Kevana Zêrîn li Şengalê ji aliyê jinên Şengalê ve bi navê Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşan tên bi rêve birin. Di biniya navendê de li gel komên dîlan, Şano, wêne yê komên sitranan jî hene. Yek ji wan koman jî Koma Hêviya Jinên Şengalê ye. ev koma ku ji jinên ciwan pêk tê her sal bi sitranek nû ya li ser ked û hêza jinên qadên şahiyên 8’ê Adarê dixemilînin amade dikin.
Koma Hêviya Jinên Şengalê wê îsal jî bi kilibeke nû 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Sitrana bi navê “ew YJŞ ne” a ku têde qala hêza Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) ê dike bi boneya 8’ê Adarê ji aliyê Komê ve hatiye amadekirin.
“Li ser axa Êzidxanê carek din dîrok bi destê jinê tê nû”
Endama Koma Hêviya Jinên Şengalê Çîmen Berces di derbarê xebatên xwe yên komê de wiha gotin: “Em weke jinên Êzidî roja jinên cihanê li tevahî jinan, bi taybet li jinên Êzidî pîroz dikin. Em bi sitrana xwe dixwazin ji aqilê mêr re bêjin êdî li ser axa pîroz a Êzidxanê carek din dîrok bi destê jinê tê nû kirin.”
“YJŞ bû xelasiya jinên Êzidî”
Endama komê Canê Murat jî wiha got: “Ji ber 8’ê Adarê roja têkoşîna jinê ye, me jî weke jinên Êzidî êşên Mezin di fermanan de kişandiye. Li hemberî van êş û azaran hêza YJŞ’ ji bo tevahî jin û cikva Êzidî bû hêviya vejinê, ji bo wê me xwest em li ser van jinên leheng sitranekê çêbikin. Em jî bi vê buneyê ji nihave roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin.”