Kombûna Şanoya Zenûbiya bi israr e Reqayê bike bajarê hunerê

Li Reqa jinên ciwan bi avakirina Kombûna Şanoya Zenûbiya re, têkoşîn jiyana jinan derdixin ser dike, hedefa wan ewe ku di mijarên jinan de hişyariyê bidin, di heman demê de kombûn bi israr e Reqayê bike bajarê hunerê.

YUSRA EL-EHMED

Reqa- Li bajarê Reqa yê Bakûr û Rojhilatê Sûriye jinên ciwan bi avakirina Kombûna Şanoya Zenûbiya,  armanc dikin şanoyê li bajar pêşbixin û hê zêdetir jin beşdarî hunerê bikin. Kombûn di heman demê de bi lîstokên derdikevin ser dikê, weke çawa ku li hemberî pirsgirêkên jinan hestiyarî ava kirî, rastiya jinan, serkeftinê wan, têkoşîn û dîroka wê derdixin ser dike û hafizaya dîtbarî ava dike. Kombûn ji 8 jinên ciwan ên ku temenê wan di navbera 15-18 salî de pêk tê. Endamên kombûnê derbarê xebatên didin meşandin de û armancê xwe de ji ajansa mere axivîn.

Endama kombûnê  Semer Cumaa derbarê kar û xebatên  xwe de wiha got: “Me ciwan hilbijartin ji bo di tîmê de kar bikin ji ber ev tîm dikare hunerê bi awayê rast bighîne. Em bejdarî gelek çalakiya bûne û di wan çalakiyan de bi lîstkên se rpirsgirêkên jinan me hişyarî belav dikir. Di bingeh de em mijarên derbarê jinan de digrin dest, ji derveyî em rastiya urf û edetên ku jin di demên  DAIŞ’ê rû bi rû mane derdixin hole, jind I nava civakê de çawa jiyan dikin, bi deman role wan ya statu tê vegotin, pirjinî ji di nav de em pirsgirêkên ku di roja îro de jiyan dkirin derdixin ser dike. Zewicandina zarokên biçûk, mijarên ku avakirina çareseriya li dijî tundiya fîzîkî û psîkolojîk digrin dest.”

‘Netewa demokratîk di zindîkirina hunerê de giring e’

Endama kombûnê Israa El-Ebûd diyarkir ku hezkirina w ya min ji lîstikvaniyê re bû sedem ku beşdarî kombûnê bibe û wiha got: “Lîstokvanî ne tiştek asane. Lê bi perwerdeyê re em dikarin hemû tevger û diyalogan fêr bibin ji ber wê divê lîstikvan rola xwe baş bilîze. Rolên ku ez dilîzim rastiya jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdixim. Rolek gelek giring ya pirojeya Neteweya Demokratîk di zindîkirina hunerê de heye. Banga min jib o hemû jinên ciwan ewe ku her jina ciwan ku kêrhatiya wê di hunerê de heye bejdarî hunerê bibin.

Ciwan eleqeyek zêde nîşanî hunerê didin

Endama kombûnê Nexem Xelîl ev tişt got: “Piştî bavê min kêrhatiya min a şanoyê nas kir ez teşwîqî bejdariya koma şanoyê ya navenda Hîlal Zêrîn kirim.”

Hûr El-Ebid îfadekir ku di koma "Palmêra" ya hunera gelêrî de cih digre û amûra Kemanê lê dixe û wiha got:  “Bi bejdariya koma şanoyê, ez kêrhatiyên xwe yên kesayetî pêş dixim. Di kêliya ku ez derketim ser dikê hestên tirsê stres û kêfxweşiyê bi min re çêbû wê kêliyê mind est bi pêkanîna xeyalên xwe kiribû.”