Mîhrîcana Munzurê destpê dike

Hevseroka DBP’ê ya bajêr Selvî Gungormuş diyar kir ku Mîhrîcana Munzurê ku wê di 25’ê Tîrmehê de li Dêrsimê dest pê bike veguheriye çanda berxwedanê û banga “Xwedî li vê berxwedanê derkevin û di mîhrîcanê de bibin xwedî gotin” kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim - 22’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi şîara “Em ê nehêlin ku xweza û vîna me bê desteserkirin” dê li Dêrsimê bê lidarxistin. Bernameya ku dê di 25’ê Tîrmehê de bi def û zurneyan dest pê bike dê heta 28’ê Tîrmehê berdewam bike. Di mîhrîcanê de wê panel, konser û çalakiyên şanoyê yên li ser asîmîlasyon, zimanê zikmakî, jin û koçberiyê bên lidarxistin. Tê payîn ku ji Kurdistan û Tirkiye bi hezaran kes beşdarî mîhrîcanê bibin.

Mîhrîcana ku wê bi hezaran kes li dijî polîtîkayên şerê taybet, desteserkirina qeyûm û qirkirina xwezayê ku li bajêr tên meşandin werin cem hev, naveroka wê ya bernameyê ye ku ji navenda bajêr ber bi navçeyan belav dibe.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Selvî Gungormuş a ku em pê re li ser mîhrîcanê axivîn, hemû gel vexwend festîvala 25-28’ê Tîrmehê bê pîrozkirin.

Mijara sereke berxwedan e

Selvî Gungormuş bal kişand ser naveroka mîhrîcanê û got ku naveroka mîhrîcanê bi berçavgirtina mijara sereke hatiye diyarkirin. Selvî Gungormuş, anî ziman ku di heyamên qeyûman de destûr nehat dayîn mîhrîcan bê kirin û hin caran jî mîhrîcan bi dûrketina ji armanca xwe pêk dihat û destnîşan kir ku mîhrîcana Munzurê bi mijara berxwedanê dest pê kiriye û dê bi vî rengî dewam bike.

‘Mîhrîcan di heman demê de sembola berxwedana gelê Dêrsimê ye’

Selvî Gungormuş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi salan e li Dêrsimê mîhrîcana xweza û çandê tê lidarxistin. Li vir armanc ne tenê mûzîk û şahî ye. Di heman demê de li hemberî êrîşên li ser çand, bawerî, nasname, ziman û xwezaya me berxwedanek e, serhildanek e. Ji ber vê yekê me xwest em vana derxin pêş û di dema lidarxistina mîhrîcanê de balê bikşînin. Bernameya mîhrîcanê pir zêde û tije ye. Dê mijarek ku em ê di mîhrîcana çar rojan de li ser neaxivin û nîqaş nekin namîne. Em ê li ser polîtîkayên derbarê jin, bawerî û qeyûm panelan li dar bixin. Em qeyûm û vê polîtîkaya desteserkirinê qebûl nakin. Em ê vê yekê careke din di mîhrîcanê de bînin ziman. Divê gel di vê xalê de beşdarî panelan bibe û xwedî gotin be. Werin em bi hev re li ser pirsgirêkên heyî biaxivin û çareseriyekê ji wan re bibînin.”

‘Em ê zêdebûna asîmîlasyon û polîtîkayên şerê taybet ên li bajêr nîqaş bikin’

Selvî Gungormuş, destnîşan kir ku divê di vê mîhrîcanê de pirsgirêkên dawî yên li bajêr bên nîqaşkirin û diyar kir ku bi polîtîkayên asîmîlasyon û tiryakê yên taybet ji bo bajêr tên meşandin, demografyaya bajêr hedef hatiye girtin. Selvî Gungormuş bang li ciwan û jinan kir ku di vê xalê de di mîhrîcanê de bibin xwedî gotin û beşdarî mîhrîcanê bibin û got:

“Li vir ji bo gel û ciwanan dê konser jî bên lidarxistin. Dîsa di mîhrîcanê de, ya girîng li dijî êrîşên li ser bawerî, ziman û îradeya me berxwedan e. Xwezaya Dêrsimê bi salan e li dijî polîtîkayên talanê li ber xwe dide. Rihê berxwedanê bi salan e li vî bajarî didome. Em ê li ser hemû mijarên heyî biaxivin. Cardin em ê li ser pirsgirêkên weke tiryak, bêkarî û xwekuştinê jî biaxivin ku van demên dawî li bajarê me zêde bûne. Ji bo ku ev polîtîka zêdetir belav nebe em ê bi axaftina pirsgirêkên li bajêr bixebitin. Mijara me ya sereke ya îsal bi tevahî li ser vê îrade û berxwedanê ye. Li bajêr polîtîkaya asîmîlasyonê ya cidî heye. Ev polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku li Dêrsimê tê meşandin ji dîroka Komarê heta niha berdewam dike. Mîhrîcana ku em ê li dar bixin jî amûra belavkirina berxwedanê ye.”

‘Divê gel xwedî li mîhrîcanê derkeve’

Di dawiyê de Selvî Gungormuş bang li gel kir ku beşdarî mîhrîcanê bibe û got: “Ev têkoşîn wê niha jî piştî mîhrîcanê jî bidome. Di vê xalê de divê hem jin hem jî ciwan zimanê xwe yê zikmakî û dîroka xwe biparêzin. Ji bo bi zimanê xwe yê zikmakî pirsgirêkên xwe çareser bikin bila di qadê de cihê xwe bigrin. Bila xwedî li mîhrîcanê derkevin. Em li ser vê yekê hemû gel vedixwînin qadên mîhrîcanê. Werin em qadan tije bikin û berxwedana ku bi salan e tê meşandin bidomînin.”

Naveroka bernameya roja ewil a mîhrîcanê ku dê di navbera 25-28’ê Tîrmehê de bê lidarxistin wiha ye:

“Roja 1’emîn

Xêrhatin

Saet: 11.00

Cîh: Serê Bazara Binerdê

Bername: def – zirne

Koma Lîstokên Gel

Axaftvanên vekirinê:

Şaredariya Dêrsimê

Zeynel Kete (Hevserokê DAD’ê)”