Kifah Al-Ghussein bi helbestên xwe balê dikşîne ser jinên Filistînî

Kifah Al-Ghussein a ku di zaroktiya xwe de nîvîs ji xwe re kiriye şêwazek jiyanê, di helbest û nîvîsên xwe de behsa Fîlîstîn û jinan dike.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Helbestvan Kifah Al-Ghussein a ku di qada wêjeyê de doktora kiriye, pirtûka xwe ya helbestê ya yekem ku ji 65 rêzan pêk tê di salên xwe yên dibistana navîn de nivîsî. Kifah Al-Ghussein wek zaroka Eşîra Bedûyan a li Kampa Nuseyrat a li navenda Şerîda Xezayê hat dinê. Kifah Al-Ghussein ku beravejî kevneşopî û adetên hemû xetên sor derbas kir, di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina helbest, stran û çîrokan kir.

Kifah Al-Ghussein a ku ji bavê xwe îlham xwe girtiye wiha got: “Bavê min xwedî têgihîştina mûzîkê bû û her tim li kêleka min stranan digot. Min xweşikbûna ziman û spehîtiya awazê ji bavê xwe girtiye” û çavkaniya meyla xwe ya ji bo edebiyatê vedibêje. Kifah Al-Ghussein der barê xebatên xwe de wiha dibêje: “Çend salan ez li derve ji malbata xwe dûr bûm. Min jêhatiya xwe mezin kir û serkeftinên girîng bi dest xist. Min ji bo nivîsandina strana neteweyî, "Holkarên xwe bihêle ey welat" bûm xwediyê îtîbarê û xelatan wergirt."

'Kehanet îro pêk hat'

Kifah Al-Ghussein diyar kir ku rojekê di xewna xwe de dîtiye ku ji bo helbestan bînîvîse zinaran bi tiliyê xwe dikole û çend rêzên helbestê dinivîsine û ev xewn du caran dubare dibe û wiha gotinê xwe didomîne: “Ez çûm cem bavê xwe û xewna xwe jê re got. Li gor gotina bavê min, ger ev xewn cara sêyemîn bê dubarekirin. Ez ê gelek qezenc bikim û destkeftiyên çandî bi dest bixim. Bi rastî jî ev kehanet îro pêk hat. Min têkoşîna xwe bi nivîsandina helbestên hestiyar ên ku mêrên eşîrê hêrs dikirin û bi vegotina rêgez û qedexeyên wan ên mecbûrî didomand. Pir caran min xwe di bin lêfan de teng bikim û gelek caran neçar dimam helbestên ku min nivîsandine bişewitînim da ku birayên min nebînin. Heta xwendina zanîngehê bi vî awayî berdewam kir.”

Balê dikşîne ser pirsgirêkên jinên Filistînî

Kifah Al-Ghussein balê dikişîne ser cihêrengiya pîşeya xwe ya di nav de helbest, stran, çîrok, roman, şano, rêzefîlm û wêjeya zarokan, diyar dike ku ew ji lêxistina ûdê jî hez dike ku di sala 1993'an de li Urdunê di qursên giran de hîn bûye ku ûd xwediyê hevsengiya herî mezin e. Kifah Al-Ghussein di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di sala 2000’an de Wezareta Çandê ya Xezayê yekemîn dîwana min a helbestan çap kir. Di nav wan de "Li ser eniya jineke bedewî", "Min Xwedê di dayika de xwe nas kir", " Hîleyên xwe hişk bike Welat", "Hespê wextê", ji bo zarokan "Xortê wêrek", "Tu dikarî baş bî" li Şarcayê hatin weşandin. 'Yek Ji Tîrêjê', berhevoka kurteçîrokan Jin', romana 'Hankash' û 'Bîranînên Xeyalê Zeviyekê', gelek destnivîs li benda çapê ne.

Kifah Al-Ghussein bal kişand ku di nivîsên xwe de pêvajoya qeyranên ku filistîniyan ji bajar heta gund, ji kampê heta çolê derbas kirine vedibêje û destnîşan kir ku ew balê dikişîne ser pirsgirêkên jinan. Kifah Al-Ghussein a ku xwediyê doktoraya rojnamevaniya edebî ye û di heman demê de du bernameyên weke Whispering Rhymes û Beit al-Badiya yên televîzyonê pêşkêş dike.

Xelatan wergirt

Kifah Al-Ghussein di pêşbirka afirîneriya jinan a ku ji aliyê Wezareta Çandê ya Filistînê ve li ser navê helbestvan Fadwa Tuqan ku di 12'ê Kanûna 2003'an de jiyana xwe ji dest da, xelata yekemîntiyê wergirt. Helbestvan li Îtalyayê di pêşbirka welatên Deryaya Navîn de xelata baştirîn helbesta civakî û li Filistînê jî xelata yekemîntî wergirt. Her wiha di Pêşbirka Afirînerî ya Ciwanên Ereb li Qahîreyê de jî xelatek wergirt.