Mîrateyek dîrokî ji Reqayê: Koşka Keçan

Qesr El-Benat (Koşka Keçan) a li bajarê Reqa ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê her çend bûye şahidê gelek şeran jî li ser lingan e û mîrateya dîrokî ya bajar zindî dike.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Reqa - Koşka Keçan li Başûr Rojhilatî bajarê Reqa li Bakûr û Rojhilatî Sûriyê yek ji girîngtirîn û kevnartirîn cihên dîrokî ye ku piştî zayînê bi sedsala 11’an ji aliyê Abbasiyan ve hatiye çêkirin. Koşka ku di heman demê de mîna ‘Koşka Abbasiyan’ jî tê naskirin, bi qasî ku bûye şahida şerên li bajar qewimîne, di demên şer de bûye kelha parastinê, di rojên aştiyê de jî bûye baxçe.

Rêveberê Nivîsîngeha Entîkan û Komîteya Çandê di Meclîsa Sivîl a Reqayê de Wîsam El-Başa diyar kir ku Koşka Keçan mîrateke şaristanî bedew û bi hêz e, heya niha hebûna xwe parastiye û çîrokeke bedew ya bajarê Reqayê ye ku hemû malbat û geştiyar serdanê dikin.

‘Rûxmê hemu êrişan li ser lingan ma’

Wîsam El-Başa li ser dîroka Koşka Keçan ev tişt got: “Bajarê Reqa bi reseniya xwe tê naskirin jê re dibêjin ‘Dura Firatê’ an ‘Bûka Firatê’. Ew bingeha şaristaniyan û mîrata çandî ye bi arkolojiya xwe weke zênca Reqa, muzexaneya Reqa, Bab Bexdad, koşka Keçan û Mizgefta Kevin. Tevî hemû şerên li bajêr rûdane dema kontrolkirina DAIŞ de ku herêm rastî rûxandin, kolandin û xapandinê hate, lê hîne jî rûyê xwe arkelojîk û şaristanî û mîratî parastiye. Koşka Keçan li dijî germahiya havînê û sermaya zivistanê di serdema Abu Jaafar al-Mansur xelîfeya Abbasî duyem ji madeya Acir hatî avakirin. Li ser kavilên koşkê nexweşxaneya nexweşên mejî û derûnî hatî avakirin û dibistaneke xwendinê di serdema Nur al-Din Mahmoud Zangi de û piştî zayînê bi sedsala 12’an avakirina koşkê nû kirin.”

Di encama erîşê çeteyên DAIŞ’ê de koşk zirar dît

Wîsam El-Başa ya bal kişand ku koşk di dema êrişên DAIŞ’ê de zirar dîtiye wiha pêl da axaftina xwe: “Di encama şerên li bajêr rûdane koşk qelişî ji bilî hewildanên çeteyên DAIŞ’ê ku şêweyê bingehîn birûxînin. Ne ev cih tenê lê muzexaneya Reqa û embarên Hêraql jî talan kirin. Em weke rêveberiya arkolojî û komîteya çandê em ê pirsgirêka nemiyê û qilîştekan çareser bikin ji ber hewa jî bandora xwe li ser kir.”

Wîsam El-Başa wiha gotina xwe bi dawî kir: “Rûbera Koşkê 44 mîtro behnî ye û 100 mîtro dirêjehîye, ji 4 holên rastekêş li hember hev pêk tê, hewşeke navendî çarkoşeyî di ortê de ye û hejmareke odeyan heye. Di aliyê başûr de jî dergehek sereke bilind heye li hemberê di bakûr de holek heye li pişt ode ye, li gel wê jî du odeyên dîtir hene û hewşek û du zuqaq tên. Aliyên koşkê rojhilatî û rojavayî jî hîne temam derneketî. Ev parçeyên xuya dibin di salên 1980î de kişif kirine û çêkirine ta diyar bûye ku dîwar, zuqaq vegerîne rewşa xwe bingehîn, lê derdora koşkê bi giştî temam nebûye.”