Jinên ciwan û zarokên keç ên Filistînê stranên kevneşopî vedijînin

Hunera kevneşopî huner û mîraseke çandî ye ji nifşan derbasî nifşên din dibe û nirx, bawerî, adet û kevneşopiyên nijadî yan civakî yên taybet temsîl dike. Dema ku ev huner ji bîr nebe û di nava xebatên çandî de cihê xwe bigre, bîra çandî ya xwedî kok zind

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Li ser awazê strana kevneşopî ya "Ya Zerîf El-Tewl" dengê çend jin û zarokên keç ên ku bûne du beş bilind dibe. Beşek ji wan paragrafên bingehîn distrên û yên din rola koralê lîstin da ku tabloya ji hêla wan ve hatiye ecibandin bi amadebûna cil û bergên xemilî û kevirên kevnar ên xaniyên ku hezar sal berê hatine çêkirin, temam bikin ku beşek ji mîrateya Filistînê ye.

Meşaleyên Hunerî navê komeke govendê ye ku ji 60 jinên ciwan ên Filistînî yên ji Xezayê pêk tê û temenê wan ji çar heta sî salî ye, vê komê erka parastina stranên mîrasê ji windabûnê girtine ser milên xwe.

“Endamên komê cil û bergên çanda kevnar a Filistînê li xwe dikin”

Yek ji endamên koma "Meşaleyên hunerî", Sabrîn Ebû Semra, dibêje ku kom di sala 2016'an de hatiye damezrandin û tê de hejmarek ji zarokên keç û jinên ku ji fikra pêşkêşkirina stranên mîrata Filistînî cih digrin hene. Ev jin û zarokên keç stranên wekî "Ya Zerif al-Tawl", "Wain Al Ramallah", "Navê te binivîsin welatê min" "Agir pê ket",  hezkirin, zêdebarî helbest û govendê dibêjin. Ew pêşandan li cihên mîratî tên pêşkêşkirin da ku pergelek yekbûyî ya li ser mîrata folklora Filistînî pêk bînin.

Sabrîn Ebû Semra bal kişand ku endamên komê cil û bergên çanda Filistînê li xwe dikin di dema pêşandanên xwe yên curbecur ên stranbêjiyê de. Da zanîn ku ji bo maf û aîdiyeta jinên Filistînî li ser wan cilên kevnar ên bi serdeman mane, biparêzin vê yekê dikin û da zanîn ku ew hînî gelek stranên gelêrî yên Filistînî bûye.

“Min di perwerdeya berdewam a zarokên keç de cudahiya performansê hîs kir

Ji aliyê din ve endama komê Heydî Bekir got ku tevlibûna wê ji bo komê derfetek e ji bo wê û anî ziman ku ruxmî heyama tevlibûna wê çar meh derbas nebûye jî di perwerdeya berdewam a zarokên keç de cudahiya performansê hîs kiriye. Her wiha wê ji nêrînên erênî yên ku ji hevalên xwe girtiye sûd girt ku tevlibûna wê koma Meşaleyên Hunerî bi gel re girê dide û dikare dengê xwe bigihîjîne her kesê bi riya pêşandanên ku pêşkêş dike bi wesîleyên curbecur.

Heydî Bekir got ku ew di çavên temaşevanên ku ji bo temaşekirina pêşandanê tên matmayîn û şokbûnê dibîne û diyar kir ku ew fêr nebûne bibînin jinên ciwan derdikevin ser dikê. Her wiha diyar kir ku yek ji zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin ew e ku zarokên keç û jinên ciwan bi sînor in û nikarin biçin saziyan. Her wiha da zanîn ku kom piştgiriyek bingehîn ji wan nabîne ku karibin çalakiyên xwe bi awayekî berfirehtir bimeşînin û stranên kevneşopî yên ku temsîla resenî û esaleta welat dikin pêşkêş bikin.

“Pêvajoya tevlibûna komê hêsan nebû”

Hadîl Bekir, diyar kir ku tevlibûna jinên ciwan ne hêsan bûye, çîroka wê ya vê rêwîtiyê dema ku li ser malperên tora civakî belvokek dît dest pê kiriye. Di wir de wê ji malperê re name şandiye lê bersiva pejrandinê negirtiye, ji wê hatiye xwestin ku formek dengê xwe bi daneyên xwe bişîne. Piştî çend rojan wê peyamek ji bo dîroka guhdarîkirina ku wê bi hejmarek ji keçan re pêşkêşî kiriye girt, bi riya wê ew mafdar bû ku di piraniya pêşandanan de bibe endameke daîmî.

Sûzan Ebû Melûh jî hevoka cîrana xwe ji bîr nake dema ku û jê re gotiye: "Çêtir e ku tu di karê malê de alîkariya diya xwe bikî" û da zanîn ku beşdariya wê ya koma "Meşaleyên Hunerî" çalakî û baldariya wê zêde kiriye. Ew tu aliyên jiyana xwe îhmal nake, ji ber ku dixwîne û notên herî bilind digre di heman demê de alîkariya diya xwe di karên malê de dike, û teqez kir ku rexneyên rastî Hedîl Bekir tê hemû endamên komê pê re rû bi rû ne.

“Hemû jin û zarokên keç ên tevli komê bûne weke meşaleyeke ronahiyê ne”

Sûzan Ebû Melûh diyar kir ku ew heftê du-sê caran perwerdeyê dibîne, ji bo ku jêhatîbûyîna xwe ya stranbêjiyê bi pêş bixe û çend stranên nû yên ku wê di pêvajoya lêkolînê de keşf kirine ji bo pêşxistina komê pêşniyar bike. Her wiha amaje kir ku ew hewl dide rûpela komê di medyaya civakî de biweşîne bi riya kişandina vîdyoyên kurt di dema temrînan de û piştre weşandina wan li ser rûpelê yan jî bi alîkariya hevalên wê pêk bîne û got ku komê di heyama dawî de dikaribû gelek temaşevanan bikşîne aliyê xwe.

Rêveberê komê Heyder El-Af jî der barê navê "Meşaleyên Hunerî" de got ku ew hemû jinên ciwan û zarokên keç ên tevli komê bûne weke meşaleyek ronahiyê dibîne û da zanîn ku ew derdora xwe ronî dikin û wiha bi dawî kir: “Hemû jinên ciwan jêhatî ne, dikarin stranên mîrata Filistînî bi pêş bixin. Kom piştgiriya hemû behremendî jêhatîbûnên çandî yên wek helbest, govend û stranan dike.”