Li taxa Ghazali ya Hewlêrê destrengîniya Difîroz ê

Dilfîroz li taxa Ghazali ya Hewlêrê destrengîniya xwe nîşan dide û ciwanên tên taxê eleqeyek mezin nîşanî berhemên wê didin..

MERYEM EHMED

Hewlêr – Li herêma Başûrê Kurdistanê her diçe destrengîniya jinan di festîfal û hefteyên bazarên hunerî de tê dîtin û rastî eleqeyek mezin tên.  Li taxa Ghazali ya bajarê Hewlêrê Dilfîroz Eyub jî hewil dide bi rêya nîşandana berhemên xwe yên ciwan çanda destrengiyê bide nasîn. Dilfîroz Eyub dibistana amadeyî temam kiriye, ji ber sedemên taybet nekarî xwendina xwe bi domîne û niha jî li di nava bazarê de berhemên karê destê xwe nîşan dide.

Dilfîroz li gel komek jin bi hev re karê dest çêdike û bi jêhatîbûna xwe xemla li ser cil û bergên Kurdî çêdike wiha behsa karê xwe dike: “Gelek heskirina min karê dest re heye, min ez niha li gel komekê kar dikim navê koma me jî Sara Gurube, ew berhemên ku em li mal çêdikin tinîn vêderê hem nîşan dikin hem jî di firoşîn. Civak heta niha gelek piştgiriya min kirine û daxwaz ji min dikin ku ez karê xwe hîn mezintir bikim. Ew jinên ku destrengininin dikarên li malê berhemên xwe çêbikin û li cihên bi vî awayî bi firoşin, ji ber ku di vê qadê de karkirin karek gelek pîroze. Daxwaza min ji dayîk û bavan ewe ku piştgiriya keçên xwe bikin, daku bikarin kar bikin.”