Jinan bi cil û bergên gelerî li Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan li hev kom bûn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 8’emîn Mîhrîcana çand û hunerê ya Şehît Bêrîtan bi coş û kelacenek mezin dest pê kir. Di roja yekemîn a mîhrîcanê de wêne, berhemên çandî û xwarinên Kurdewarî hatin pêşkêşkirin.

Mexmûr – 8’emîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan a li Wargeha Şehît Rustem Cûdî dest pê kir. Mîhrîcana çand û hunerê ya Ş. Bêrîtan ji 2005’an vir ve her du salan carek di bin pêşengiya Meclisa Îştar, Weqfa Jinên Mexmûrê û Kevana Zêrîn de tê lidarxistin, lê ji 2017’an vir ve ji ber êrîşên li ser wargehê nedihat lidarxistin. Mîhrîcana ku dê du rojan bidome di roja yekemîn de danê sihebê şêniyên wargehê bi cil û bergên Kurdî li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.

Mîhrîcanê bi pêşengeha berhemên hunerî yên Atolyeya Şehîd Delîla, cil û bergên kurdewarî dest pê kir, bi wênê û tabloyên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, jinên şoreşger, cil û bergên neteweyî, li xaniyên kevin pêk hat.

Di Mîhrîcanê de pêşangeha wêneyan û xwarinên çanda Kurdî hatin pêşkêşkirin

Danê nîvro jî jinên wargehê li salona konferansê ya Mexmûrê bi xwarinên cur be cur ên Kurdewar gelên wargehê pêşwazî kirin. Jinan xwarinên wekî eprax, devîn, dan û mast, kutilk, biryanî, metfûnî û hwd çêkirin. Dayika ku bi xwarinên kurdewarî beşdarî Mîhrîcanê bû, ji ajansa me ra axivîn.

Dayika Fatma Çetîn a ku bi xwarina kurdewarî beşdarî Mîhrîcanê bû, li hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha axivî: “Ez mîhrîcana şehîd Bêrîtan li Rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikim. Ev sê sal in ji ber êrîşên li ser wargehê em nikaribûn Mîhrîcanê li dar bixin. Danê sibê li Saziya Malbatên Şehîdan pêşengeha wêne û berhemen Kurdî hat pêşkêşkirin. Di pêşangehê de berhemên xweş hatin nîşandan, em destxweşî hemû kesên keda wan desbas bûye dikin. Niha jî xwarinên Kurdewarî tên pêşkêşkirin. Ev xwarinên ku me çêkirine, dayikên me berê li gundan çêdikirin. Me xwarinên wekî eprax, devîn, dan û mast, keşk, kutilk, meyîr û xwarinên aîdê çanda Kurdan çêkirin.”

Mîhrîcana Şehît Bêrîtan dê sibê bi şahiya giştî bidome.