Nivîskar Lema Elî: A ku wêjeyê nûjen dike jin e

Nivîskar Lema Elî ya ku beşdarî Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan bûye bal lê kişand ku şoreş derfetek mezin a nivîsandinê da jinan û got; “Xwendin û nasînên nû dihêle ku jinên nivîskar pêş bikevin. A ku wêjeyê nûjen dike jin e.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan ku li Qamişlo tê lidarxistin bi eleqeyek mezin a jinan didome. Nivîskar û di heman demê de Mamosteya Wêjeya Kurdî Lema Elî ya ku her sal beşdarî Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan dibe der barê pêşangehê de ji ajansa me re axivî. Lema Elî bi gotina “A ku wêjeyê nûjen dike” bal kişand têkiliya di navbera jin û wêjeyê de û got; “Ji ber ku wê bi gotin û qirika xwe ya ku edebiyat û çandê parastiye nifş bi nifş diguhezîne.”

Lema Elî diyar kir ku ew dixwaze her tim nivîsên wê cihêreng bin, her wiha da zanîn ku dê di rojên pêş de nivîsên xwe çap bike û wiha dewam kir: “Min nedixwest ku her tiştî binivîsim, nivîsên min her dem cihêreng bin, ji ber ku tiştên rastîn ên ku bala min dikişînin tenê wan dinivîsim. Nivîsan ji rastiya ku em tê de dijîn vedibêjim. Piraniya nivîsên min li ser çîrokên gerîla û şehîdan e, ku çîrokên wan ên cuda hene û gelek çîrokên din bala min dikişîne min li ser wan dinivîsand. Min her tim hewl da ku di warê nivîsandina romanan de pêş ve bibim, heta niha min ti nivîsên xwe çap nekiriye, lê di rojên pêş de ez ê çap bikim.”

Şoreş derfetek mezin a nivîsandinê da jinan

Lema Elî destnîşan kir ku şoreşa Rojava derfetên mezin da wan wekî nivîskar lewma gereke nivîsên jinan li ser refên jibîrkiriî neyên veşartin û wiha pêde çû: “Şoreşa Rojava derfet da me ku em tiştên ku di hundirê me de diqewimin bînin ziman. Lê gelek kesên xwedî jêhatî hene, lê kesek tune ku wan teşwîq bike ku dest bi karê xwe bikin, tenê nivîsên xwe di refên jibîrkirî vedişêrin.”

‘A ku wêjeyê nûjen dike û nifşan diguhezîne jin e’

Lema Elî teqez kir ku jin wêjeyê mayînde dike û got: “Tevî zehmetî û lawaziyan jî hebûna jinê ya di çandê de ji beriya şoreşê gelek çêtir e. Şiyana îfadekirina hest û ramanên xwe yên cuda di her nivîskê de xwe dide pêş. A ku wêjeyê mayînde dike jin e ji ber ku zewqa wê xweş e û her dem nûjen e. Ji ber ku wê bi gotin û qirika xwe ya ku edebiyat û çandê parastiye nifş bi nifş diguhezîne, têkiliyek xurt di navbera jin û nivîsandinê de heye, em nikarin wan ji hevdu veqetînin.”

‘Ev pêşangeh nasîna nû gelek ezmûnan dide nivîskar’

Lema Elî got ku nasînên nû, lêkolîn û xwendin dihêle ku jinên nivîskar bêtir pêş bikevin di warê nivîsandinê de û wiha bi dawî kir: “Ji roja ewil ve ez tevlî pêşangeha Herekol a Pirtûkan bûm ji ber ku her sal ez li benda vekirina vê pêşangehê me, ji ber ku pêşangeh her sal bi pirtûkên xwe diguhere û ev jî dike ku ez bi xwendina pirtûkan û nasîna nû gelek ezmûnan bistînim. Nivîskar bi rêbazên xwe yên cuda bala min dikişînin û xweşbûna vê pêşengehê ev e. Ez her tim hêvî dikim ku pêşangehên wiha berdewam bin, ji ber ku ez di wê baweriyê de me ku divê em lêkolîn û xwendinê bidomînin da ku xwe bêtir perwerde bikin. Ez bang li hemû jinên ku xwedî şiyana nivîsandinê ne dikim ku xwe ji bo baştir pêş bixin.”