Hunermenda Ximbilê Mehrnoosh Shariati jiyana xwe ji dest da

Hunermenda li welatê xwe navê xwe bi hunera sînemangerî û Ximbilê nivîsandî Mehrnoosh Shariati jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Hunermenda nêzî bîst salane di sîmena û şanogeriya Îranê de kedek mezin dayî Mehrnoosh Shariati ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. Agahiya mirina Mehrnoosh Shariati ya jiyana xwe bi hunerê derbaskirî xemgîniyek mezin da çêkirin.

Duh hat zanîn ku Mehrnoosh Shariati ya ji ber nexweşiya dil li nexweşxanê dihat derman kirin jiyana xwe ji dest da.

Mehrnoosh Shariati kiye?

Mehrnoosh Shariati di lîstokvanî û derhêneriya sînemaya Îranê de navê despêkê tê hişê mirovane. Hunermenda ku bîst sal di qada sînemayê de ked dayî li Fransa, Yunanistan, Tûnis, Turkiye, Sibrbistan, Polonya û Bulgaristanê lîstikvanî, dublaj û pêşandana ximbilê kiriye û li gel wê jî derhênerî kiriye.

Mehrnoosh Shariati ya destnîşan avêtî binê gelek projeyan û bi xwe têde cîh girtî lîstikên weke “Xewna Rojê” û “Tiştek nîne” tenê çendek ji xebatên wê ne.