Li Cezayîrê ji bo 11 jinan xelata wêjeyê

Di pêşbirka bi zimanên Erebî ya li Ghardaia ya başûrê Cezayîrê hat lidarxistin de 11 jin hatin xelatkirin.

Cezayîr - Li parêzgeha Ghardaia ku dikeve başûrê Cezayîrê pêşbirkek ji bo nivîsa rast û helbesta bi Erebî hat lidarxistin. Di çarçoveya pêşbirkê de 11 jinên ku di rêzê de cih girtin hêjayî xelatê hatin dîtin.

Pêşbirka li ser lêkolînên di warê wêjeyî de bikaranîna zimanê Erebî, ji sala 2010’an ve tê lidarxistin. Heta îro berhemên 144 jinan di xelatên wêjeyî yên ku bi pêşengiya radyoyeke herêmî li Ghardaia tên organîzekirin de cih girtin. Pêşbirk her sal ji bo pêşxistina bikaranîna wêjeyî ya Erebî tê lidarxistin.