Hunermenda grafiti ya Afganî xwendekara lîseyê xêz kir

Hunermenda grafiti ya Afgan li hemberî bûyera di rojên derbasbûyî de zarokên keç ên Afgan ji bo xwendinê çun dibistanê û cardin li malê hatin vegerandin xêzkirinê anî ziman û bi navê “Keçên Lîseyê” xebatek par kir.

Navenda Nûçeyan – Li Afganistanê dibistanên zarokên keç ji aliyê rejîma Talîbanê ve hatin girtin. Talîban a bi rêya raya giştî daxuyaniyên ji bo xwendina zarokên keç ên nerm dayî ku dibistanan veke, vekirin û girtina dibistanan bû yek. Têkildarî mijarê jinên Afgan bertekên xwe anîn ziman û çalakî kirin. Hunermenda grafiti ya Afgan Shamsia Hassani jî piştî çalakiyên jinan bertekên xwe bi xêz kirinê nîşanda. Shamsia Hassani bi navê “Keçên Lîseyê- دختر مکتب)”  xebatek xêz kir û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par kir.

Shamsia Hassan, xebata xêz kirî li gel vê nîşeya xwe par: “Di roja despêkê ya xwendinê de, dema zarokên keç ên Afgan bi hezaran hêvî û bêrîkirinê berê xwe dan dibistanê Talîbanan ew ji polên wan ên xwendinê derxistin û li malê vegerandin.

Werger: NuJINHA