Derhênera Efgan di Festlîvala Freiburgê de bû endama jûriyê

Amadekara fîlm, derhênera Efganî Sahra Manî li Festîvala Fîlm a Freiburg a Îsvîçeryê bû endama jûriyê.

Navenda Nûçeyan – Festîvala Fîlm a Freiburg (FIFF) weke yek ji festîvalên herî pêş a Îsvîrçeyê tê zanîn. Îsal 36’emîn lidarxistina festîvalê di navbera dîrokên 18-27’ê Adarê de tê lidarxistin.

Li festîvalê dê hin fîlmên ku ji sînemaya Efgan hatine hilbijartin dê werin pêşandan. Amadekara fîlm, derhênera Efganî Sahra Manî weke endama jûrî ya festîvalê hat hilbijartin.

Sahra Manî kî ye?

Sahra Manî, weke derhêner û nivîskara ji Mazar-e-Sharifê tê nasîn. Derhênera ku li zanîngeha Metropolitan a Londrayê beşa sînemageriyê xwend, ji Zanîngeha Hunerê ya Londrayê di qada fîlm û belgefîlmê de asta lîsansa jor girt. Derhênera ku heya îro ji 11’an zêdetir îmze avêt bin fîlmên metrajdirêj û belgefîlman di serî de fîlma ‘Hezar û Yek Jin Mîna Min’ beşdarî gelek festîvalan bû, xelatan girt.

Balafirok, Ritm, Dibistana Kahlo û Ji Burke Wêdetir hîn fîlmên herî li pêş ên Sahra Manî ne. Sahra Manî derhênerek belgefîlmên bi xelat, erkdara perwerdeya zanîngehê û damezrînera Mala Belgefîlm a Efganistanê ye. Di sala 2001’ê de bi armanca weke katalîzorekî baş bikaranîna medyayê asta lîsansa jor girt û ji wê demê şûnve berê xwe da çêkirina belgefîlmên welatê xwe Efganistanê.