Hunermenda ciwan bi hunerê hewl dide mîrasa Tûnisê biparêze
Bi pêşkêşkirina sêwiranên hunerî yên nû de ku nasnameya Tunisî temsîl dikin, pîşesaz Duaa Ceradî hewl dide hunera çêkirina bêjingê ku kevneşopiyek e ji windabûnê biparêze.
ÎXLAS HAMRONÎ
Tûnis – Hunermenda ciwan a Tûnisî Duaa Ceradî di cîhana hunerên kevneşopî de riyeke cuda hilbijartiye, bi armanca parastina mîrateya Tûnisê. Ew hewl dide vê hunerê û ji nû ve bide danasîn û bi awayekî hemdem bidomîne. Duaa Ceradî diyar dike ku wê ji çêkirina bêjinga Tûnisî baştir riyek nedîtiye û dide zanîn ku amûreke bi dehan salan maye, beşek ji jiyana rojane ya Tûnisê ye. Duaa dibêje ku wê ew huner veguherandiye perçeyek hunerî ya ku malan dixemilîne û nasnameya xwediyên wan nîşan dide.
Duaa Ceradî ji nûçegihana ajansa me re behsa girîngiya parastina kevneşopiya herêman kir û diyar kir ku ev yek beşek girîng ji hevgirtina çand û mîrateya herêmê ye.
‘Li gorî hinek baweriyan bêjing enerjiya negatîf dûr dixe tiştên xweşik diparêze’
Duaa di destpêka axaftina xwe de rave kir ku girêdana wê bi bêjingê re ne tesadufî bûye ji baweriya wê derketiye holê ew dizane ku tiştê mîratî di bîra gelêrî ya Tûnisî de xwedî nirxek sembolîk a mezin e. Duaa wiha got: "Bêjing di gelek adet û baweriyên kevnar de hebû, hinek kesan bawer dikir ku ew enerjiya neyînî dûr dixe û tiştên xweşik diparêze. Vê yekê hişt ku ew bipirse: Çima bêjingê veneguherînin perçeyeke hunerî ku bedewiya wê ronî dike dema sembolîzma xwe diparêze?"
'Her bêjingeke ji bo min çîrokek û xweşikbûna xwe heye'
Duaa li axaftina xwe zêde dike û wiha pê de diçe: "Ev ramana wê ya derbarê bêjingê de bi şêweyekî nû, dûrî karanîna wê ya kevneşopî, derxe holê da ku bibe perçeyek xemilandinê ku navên xwediyên wê an jî hevokên wan ên taybetî an xemlên ku ew bi xwe hildibijêrin li ser hildigire. Ew dixwaze her karekî ji yên din cuda bike, da ku tu hunermend hîs neke ku ew xwediyê perçeyek dubare ye. Her bêjingeke, ji bo min, çîrokek û xweşikbûna xwe heye, ji ber ku ez li gorî kesayetiya xwediyê wê û daxwaza wî, çi ji hêla rengan, xemlan an nivîsan ve, li ser hûrguliyên wê dixebitim."
Di dirêjahiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew xwe naspêre şablonên amade lê belê bi her xerîdarek re li ser şeklê ku dixwaze û rengên bijarte, çi sor, kesk, spî, yan yên din, nîqaş dike. Piştre dest bi çêkirina perçeyê li gorî tama wan dike, di encamê de tiştek kesane çêdibe ku nîşaneya wan a bêhempa di nava xwe de dihewîne.
Der barê qonaxên afirandinê de, Duaa rave kir ku pêvajo bi hilbijartina bêjingên Tûnisê yên rastîn dest pê dike û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji ber ku parastina mîrateyê bi parastina materyalên orîjînal bi xwe dest pê dike, ez red dikim alternatîfên nûjen bikar bînim. Piştre, hêmanên curbecur, nemaze motîfên xemilandinê, beriya ku derbasî qonaxên sêwirandin, komkirin, dirûtin û nivîsandinê bibim, amade dikim. Di dawiyê de, ez tevahî hêmanan di qonaxa herî hûrgulî de kom dikim, da ku bêjing wekî berhemeke hunerî ya bê kêmasî derkeve holê."
'Armanca min ne guhertina mîrateyê ye nîşandana wê bi awayekî nû ye'
Duaa tekez kir ku her hunermendek xwedî rêbazek e û wiha bilêv kir: "Lê min hilbijart ku nêzîkatiya xwe li ser rêzgirtina bêjingeke kevneşopî û lêzêdekirina destaneke hunerî bêyî ku eslê wê yê orîjînal tawîz bide, ava bikim. Armanca min ne guhertina mîrateyê ye, nîşandana wê bi awayekî nû ye."
'Ji bo ku bêjing ji mîrateya Tûnisê winda nebin divê hunermend bêhtir vegerin hilberîna wê'
Der barê girîngtirîn pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimîne de, Duaa diyar kir ku zehmetiya herî mezin di wê rastiyê de ye ku tenê hejmareke pir kêm ji hunermendan hê jî bêjinga kevneşopî ya Tûnisê hildiberînin ku ev pîşe bi tunebûnê tehdît dike û da zanîn ku ew ji bo misogerkirina berdewamiya vê pîşesaziyê pabend e ku bêjingên rastîn bikar bîne û got ku hêviya wê ew e hunermend vegerin hilberîna bêjingê da ku ew ji mîrateya Tûnisê winda nebe.
Pêşkêşvanên kevneşopî yên Tûnisê dikarin bigihîjin naskirina cîhanî
Der barê sêwiranên xwe de, Duaa Caradî wiha got: "Ez piraniya îlhama xwe ji mîrateya Tûnisê digrim, nemaze ji motîfên kevneşopî û neqşên ku li Tûnisê û li ser cilên din ên kevneşopî de tên bikaranîn. Lê belê, ez di heman demê de cihekî berfireh didim xeyala xwe ya hunerî, ji ber ku hevgirtina rastbûn û nûjeniyê ew e ku karek karakterê wê yê bêhempa dide û wê ji bo çêjên cihêreng balkêş dike.”
Duaa zêde kir ku veguherandina bêjingê bo perçeyek xemilandî di destpêkê de ramanek ne kevneşopî bû, gelek kesan matmayî kiriye û wiha anî ziman: "Lê belê piştî ku mirovan forma nû ya bêjingê dîtin, ew zû populer bû û heyranî bi dest xist. Daxwaza van perçeyan li Tûnisê hêdî hêdî zêde bûye û wê heta dest bi wergirtina fermanan ji derveyî welêt kiriye. Ev yek wekî nîşaneyek e ku hunerên kevneşopî yên Tûnisê dikarin nasnameya gerdûnî bi dest bixin, ger di heman demê de werin pêşvexistin û parastin."
Duaa piştrast kir ku xewna wê ya herî mezin ew e ku marqeya wê hem li Tûnisê hem jî li qada navneteweyî baş were zanîn û bêjinga Tûnisê bigihîje hemû aliyên cîhanê.
Duaa Cradî bi hêviya ku cîhan dê bedewiya vê tiştê mîratî û afrîneriya ku ew temsîl dike binirxîne gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Tûnis bi hunerên kevneşopî ku hêjayî baldariya zêdetir û piştgiriyê ye dewlemend e û parastina wan berpirsiyariyeke kolektîf e, ji ber ku ew beşek ji nasname û bîra çandî ya welat temsîl dike û divê bigihîje nifşên pêşerojê."