Li kolanên Bexdayê keda jinê û şopa rengîn a hunerê
Tîma "Bandora Perperok", bi baweriya ku destdayîna hunerî ya biçûk dikare guhertinên mezin biafirîne, tevdigre. Jinên ciwan ên Iraqî, dîwar, kolan û dibistanan vediguherînin qadên bedewî û hêviyê civakê zindî dikin.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Jinên ciwan ên di tîma "Bandora Perperok" de ku bi firçeyên reng û xeyalên mezin derketin rê, dîwarên dibistan, kolanan û qadên giştî yên li Bexdayê veguherandin galeriyên hunerî yên hewaya vekirî. Tîma ku bi saya rengan peyamên hayjêbûnê dide, mîrateya çandî û nasnameya Iraqê jî zindî dihêle.
Endamên ekîbê ku bi hewldanên xwe yên dilxwazî, xweşikbûna bajêr wekî xala destpêkirinê diyar dikin, armanc dikin ku wêneyên dîwaran veguherînin bîrên dîtbarî yên ku dîroka mekanan vedibêjin û hesta aîdiyetê xurt dikin. Li gorî wan, dibe ku guhertinê bi projeyek biçûk destpê kiribe lê li ser civakê şopek mezin dihêle.
Şopa ku ji ramanek ava bû
Fatîma Yusuf a ji beşa zanistên kompîtorê mezûn bûye, diyar kir ku navê tîma "Bandora Perperok" ji teoriya "bandora perperokê" ku rave dike lihevxistina baskên perperokek biçûk dikare di pêşerojê de encamên mezin biafirîne, îlham girtiye. Fatîma Yusuf, diyar kir ku hilbijartina nav, peyama bingehîn a tîmê nîşan dide û got: "Armanca me ew e ku em ragihînin bandora me çiqas biçûk xuya bike jî dikare bedewiyê belav bike û şopeke erênî li ser pêşerojê bihêle. Em xeyal dikin ku welatê me xweşiktir û rengîntir bibe, kolan, meydan û dibistanan veguherînin cihên xweşiktir ku giyanê mirovan û zarokan dîtbarî dike.”
‘Tîm kolanên kevin û avahiyên dîrokî zindî dike’
Fatîma Yusuf, wiha axivî: “Endamên tîmê bi dilgermî baweriya xwe bi vê xebatê tînin û bawer dikin ku huner peyameke mirovî û neteweyî di xwe de dihewîne. Me ji mîrata ku jinên afirîner ên Iraqî û ji mîmar Zaha Hadîd ku navê Iraqê belavî cîhanê kir îlham girt. Tîm di hemû projeyên xwe yên hunerî de girîngiyê dide nîşandana çand û mîrateya gelêrî ya Bexdayê, kolanên kevin û avahiyên dîrokî zindÎ dike. Her wiha em armanc dikin ku bîranîna zanyar, ramanger, nivîskar û kesên afirîner ên Iraqî yên ji qadên cuda ku şopa xwe li ser civakê hiştine, zindî bihêlin.”
‘Piraniya endamên tîmê jin û zarok in’
Fatîma Yusuf, diyar kir ku karê tîmê ne tenê bi dîwarên kolan û meydanan re sînordar e, di heman demê de dîwar û baxçeyên dibistanan jî bi wêneyên perwerde û hişyarkirinê dixemilînin û got: “Ev xebat xwendekaran teşwîq dikin, evîna wan ji bo dibistan, zanist û serkeftinê zêde dike û bi wêneyên rengîn hawirdorek dibistanê ya erênîtir diafirîne. Piraniya endamên tîmê jin û zarok in, nêzî 50 jinên ciwan di tîmê de cih digrin û xebatên dilxwaz nêzî 9 sal in didomin.”
‘Ger malbat baş bibe tevahiya civakê jî baş dibe’
Fatîma Yusuf, da zanîn ku endamên tîmê bi riya medyaya dîjîtal hev nas kirine û eleqeya wê ya bi wênesaziyê re wê ber bi vê projeyê ve biriye. Fatîma Yusuf, axaftina xwe wiha domand: “Hevalek min ji bo temaşekirina xebatên xwe gazî min kir û piştre ez jî beşdarî tîmê bûm. Min xwe di tîmê de dît. Ji ber ku ez baweriya xwe bi peyama di xwe de dihewîne tînim û dixwazim şopeke erênî li ser civakê bihêlim. Ez kêfxweş im ku xebata xwe ya belavkirina vê peyamê bidomînim. Girîngiya ji paqijiyê û bedewiyê re tê dayîn ji nava malbatê dest pê dike. Ji ber ku malbat bingeha mezinbûna mirovek baş e. Ger malbat baş bibe, tevahiya civakê jî baş dibe."
‘Jin di xizmeta civakê de hevkarên bingehîn in’
Fatîma Yusuf, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tevahî xebatên wan li ser bingeha dilxwaziyê ne lê carna bi butçeyên sembolîk dixebitin û got: “Em di şert û mercên dijwar û bi taybetî jî germa havînê de karê xwe didomînin lê ev yek rê li ber hewldanên me nagire. Ji zarokatiya xwe ve em ji dayîkên xwe fêr bûn ku jin di xizmeta civakê de hevkarên bingehîn in û dikarin ji bo pêşketina civakê fedakariyan bikin. Lewma, em bawer dikin ku jin di pêşketin, pêşxistin û xizmeta welat de roleke girîng dilîzin."
‘Ev xebat peyameke hêja dide’
Mezûna Fakulteya Hunerên Bedew Maha Muayyed Cemîl, diyar kir ku ew piştî şopandina hesabê wan ê Facebookê tevlî tîma "Bandora Perperok" bûye. Maha Muayyed Cemîl, da zanîn ku raman û peyama mirovî ya tîmê ji destpêkê ve bandorê li wê kiriye û wiha axivî: "Piştî ku ez tevlî tîmê bûm û bi endamên wê re min dest bi xebatê kir min hîs kir ku ez ji bo civakê tiştek sûdmend dikim. Ji ber ku ev xebat peyameke hêja di xwe de dihewîne. Her wiha dema ku hunermend bandora xebata xwe ya di qada giştî de dibîne, kêfxweşiyek mezin dijî.”
‘Em li ser her dîwarê ku xêz dikin şopek dihêlin’
Maha Muayyed Cemîl, da zanîn ku wêneyên ji aliyê tîmê ve hatine çêkirin ji mîrateya Bexdayê û şaristaniya kevnar a Iraqê îlhamê digrin û her wêneyek şopek hunerî ya nasnameya neteweyî hildigre. Maha Muayyed Cemîl, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em li ser her dîwarê ku xêz dikin şopek dihêlin. Ji ber ku ev xebat berdewamiya mîrateya me ya kevnar û şaristaniya Mezopotamyayê ku em pê serbilind in. Lewma em tevgerên hunerî yên cuda yên wekî razber, kubîst, klasîk û realîst, li gorî raman û qadê bikar tînin.”
Maha Muayyed Cemîl, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Yek ji zehmetiyên herî mezin ku tîm pê re rû bi rû ma, ji aliyê komek jinan ve li kolan û qadên giştî çêkirina wêneyan a li ser dîwaran bû. Ji ber hinek perspektîfên kevneşopî û civakî, xebata jinan a li qadên giştî bi awayekî neyînî tê dîtin.”
‘Wêneyên li ser dîwaran bîr û nasnameya me ne’
Hunermenda dîtbarî Hunîn Ebdulbarî jî da zanîn ku bi riya Facebookê tîm nas kiriye û got: “Ez rojek rastî jineke ciwan ku wêneyan li ser dîwaran çêdikir hatim û min ji vê yekê îlham girt. Di sala 2023’an de beşdarî tîmê bûm. Min ji kêliya ewil ve hîs kir ku ev der dişibe min. Ji ber ku ez ji wênesaziyê hez dikim û bawer dikim ku huner dikare rastiyê biguherîne. Min xebata wê ya ewil, li ser dîwarekî yek ji taxên kevin ên Bexdayê çêkir.”
Hunîn Ebdulbarî, diyar kir ku dîwarê behsa wê tê kirin, xaniyeke kevin û xirabe ye, şopên guleyên ji bûyerên ku Iraqê di demên berê de jiyane li ser hebûye û wiha domand: "Me li şûna her şopa guleyê kulîlkek xêz kir. Her wiha wêneyê li ser dîwarê, fîgurên ku ji jinên Bexdayê û mîrateya gelêrî îlham girtine jî hebûn."
‘Niştecihên herêmê eleqeyek mezin nîşanî xebatên me didin’
Hunîn Ebdulbarî, destnîşan kir ku niştecihên herêmê eleqeyek mezin nîşanî xebatên wan didin û da zanîn dîwarên zirar dîtine veguherine berhemeke hunerî, bedewî û giyanê nû dane herêmê. Hunîn Ebdulbarî, diyar kir ku tîm bi rêveberiyên dibistanan û şaredariyan re di nava hevkariyê de ye û berhemên hunerî yên zirar dîtine sererast dikin an jî li ser dîwaran wêneyên bi peyamên nû yên li gorî hewcedariyên civakê çêdikin.”
Endamên tîma "Bandora Perperok", diyar kirin ku ew hêvî dikin projeya wan ji Zaxoya li bakur heta Besraya li başûr li hemû bajarên Iraqê belav bibe. Endaman, diyar kir ku armanca wan tenê bi Bexdayê re sînordar namîne, hewil didin çanda bedewiyê belav bikin, hişyarkirina parastina jîngehê zêde bikin û rûyê şaristanî yê Iraqê ku xwedî mîrateyeke çandî ya mezin e derbixin holê.
Endamên tîmê, tekez kirin ku her jin dikare bibe "perperok" û di malbat, jîngeh an jî cihê karê xwe de nîşaneyek erênî bihêle. Tîmê, diyar kir ku dîroka Iraqê bi jinên bihêz dagirtî ye ku tevkariyên mayînde ji bo civak, herêm û cîhanê pêşkêş kirine û da zanîn ku ev yek dibe sedem karên xwe bidomînin. Li gorî wan, huner peyameke bihêz e dikare guhertinê biafirîne û civakek xweşiktir û hişmendtir ava bike.