Jina xwe fedayê nivîsandinê kiriye: Sahar Rezaeî

Nivîskara Îranî Sahar Rezaeî bi eşq û awzeriyek mezin li ser hevzayendên xwe dinivîsîne, tiştên ku dinivîsîne ji bo kesên guhdar dikin distirê û ji mîkrofonên me re dibêje ku nivîsandina bi azadî ji bo wê şanaziyek mezin e.

HIMA RAD

Sinê - Nivîskara ciwan a Îranî Sahar Rezaeî ku du pirtûkên bi navê “U ev jî derbas nebû”, “Zîba” nivîsandin, dibêje ku eleqeya wê ya hilberandin û hunerê wê tewşîqê nivîsandinê kiriye û nivîsandina azad a bi eşqek mezin deriyên cîhanek hîn watedar jê re vekiriye. Me bi nivîskar Sahar Rezaeî re li ser serpêhatiya wê ya nivîsandina pirtûkan sohbet kir. Ya rast ew dibêje, em guhdarî dikin. Sohbeta me li ser kursiyek parkê dest pê dike û dema em li helbestên ku nivîskar Sahar Rezaeî di pirtûkên xwe de cih daye wan guhdarî dikin, em xwe li ber abîdeya helbestvan, nivîskar û dîroknas Mastûre Ardalan a ku di salên 1800 de jiyaye, dibînin.

Di pirtûkên xwe de behsa jinan dike

Nivîskara Îranî Sahar Rezaeî destnîşan dike ku ew pirtûkên xwe li ser jinan dinivîsîne. Bi rastî her çendî serpêhatiya wê ya nivîskariyê ew ji qada Endezyariya Çavkaniyên Xwezayî ber bi riyeke cuda ve biribe jî wiha dibêje: “Helbet min dest ji eleqeya xwe ya Endezyariya Çavkaniyên Xwezayî berneda, xebatên xwe didomînim. Endezyarî pîşeya min e, nivîsandin tercîh û evîna min e. Ji zarokatiya xwe ve eleqeyeke min a mezin ji huner, nivîskarî û lîstikvaniyê re hebû. Di van salên dawî de eleqeya min a ji bo nivîsandin û hilberandina çîrokan zêdetir bû.”

“Hilberîna nivîskî hunereke pir mezin e”

Sahar Rezaeî dibêje ku her çend her du pirtûkên wê behsa karakter û kesayetiyên cuda dikin jî serleheng û honandina pirtûkê tevî jinan digre markaja xwe. Sahar Rezaeî da zanîn ku nivîsandin pir girîng e û bawer dike ku hilberîna nivîskî hunereke pir mezin e, da zanîn ku her çend kes piştgiriyê nede wê jî ew her dem dizane ku ew ê xwe di cihekî jiyana xwe de fedayê hunera nivîsandinê bike.

"Ez hewl didim bibim nivîskarek baş"

Sahar Rezaeî da zanîn ku tevî ku ji dema wê dest bi xebatên nivîsandinê kiriye ve heta îro, her çendî navekî hosta ya piştgiriyê bide wê nedîtibe jî piştgiriyê ji aliyê hevalên xwe û xizmên xwe ve dîtiye û destnîşan kir ku bi saya dotmama xwe nivîskar û pirtûkên sereke yên cîhanê nas kiriye. Dema ku Sahar Rezaeî dibêje ew "hewl dide bibe nivîskarek baş" dibêje: "Dibe ku ez ne wek Albert Camus bim lê ez ê gelek hewl bidim xwe wekî nivîskarek bidim qebûlkirin."

“Nivîskarên jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû tên hiştin”

Sahar Rezaeî dibêje ku nivîskarên jin neçar dimînin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimînin lê dibêje ku ew pirsgirêk bi qasî ku ew bi wan re dernekeve serî mezin nebûn û dide zanîn ku ji bo binivîsîne pirsgirêkan ji nedîtîve tê. Sahar Rezaeî anî ziman ku wê di pirtûka xwe ya yekem de hewl daye hurmet, hezkirin û evînê bîne cem hev û wiha got: “Pirtûka min a yekem çîroka evîn, hest û jiyana jineke ku evîndarê zilamekî ne ji gundê wê bûye vedibêje.”

“Evînên li gundewaran tên jiyîn zêdetir bi qîmet in”

Sahar Rezaeî destnîşan dike ku gelek deverên cîhanê dizanin ku li bajaran "evîn" çawa ye lê nirxên evînên berê yên li gund û deverên gundewarî hatine jiyîn li pêş in û di pirtûka xwe de hewl dide serpêhatiyên hestan ên li gundewaran vebeje.  

Di pirtûka xwe ya duyemîn de behsa newekheviyê dike

Pirtûka duyemîn a nivîskar "Zîba" ye, yanî tê wateya "Bedew". Wekî ku ji navê wê jî tê fêmkirin, pirtûk li dora jineke bedew dizivire. Sahar Rezaeî bi gotina, "Zîba di çîroka min de karakterê yekem û li ser newekheviya jin û mêr honandiye” destnîşan kir ku ew hewl dide têgeha bedewiyê ya di civakê de lêhûrbûn bike.

“Ger jin xwe qebûl bike…”

"Zîba" ya di pirtûkê de cih digre behsa jineke jîr ku gelek caran ne ji ber bedewiya xwe, ji ber xwebaweriya xwe bi zextên civakî re rû bi rû dimîne dike. Bi gotineke din, di vê pirtûkê de nivîskar me ne tenê bi bedewiya bedenî, bi rastiyên ku jinan bedew dikin re rû bi rû dihêle. Sahar Rezaeî van îfadeyan tîne ziman: “Peyama çîroka wê ev e; Ger jinek xwe qebûl bike, ne xuyabûna wê ne jî faktora zextê nikare li pêşiya wê bisekine.”

Nivîskar, helbestên ku di pirtûka xwe de cih daye wan jî ji bo guhdaran bi zimanê xwe, li ber peykerê ku ji bo bîranîna Mastûre Erdelanî hatiye çêkirin dixwîne. Dibe ku ji ber helbesta wê bi zimanekî din e, em fêm nekin lê em dikarin ji cihê ku ji bo helbesta xwe bixwîne tercîh kiriye dixwaze çî bibêje li ruhê xwe zêde bikin.