Hunera Zellige ya Tûnisê vediguhesîne nifşên pêşerojê

Naglaa Jebalî ku ji hunera ‘Zellige’ taybet ya Tûnisê ye bandor bûye xwest hunera mozaik ya feyansên kevin pêşbixe û hedef dike ku hunera feyans a ku weke hunera mêr tê dîtin veguhesîne nifşên nû.

NAZIHA BOUSSIDI

Tûnis- Hunermenda Seramîk Naglaa Al-Jabalî ya Tûnisî diyarkir ku ji hunera ‘Zellige’ ya teybet Tûnisê ku bi destên cûda cûda ji parçeyên çargoşe bi awayê mozaik tê nexişandin gelek bandor bûye. Naglaa Ai-Jabariya da zanîn ku ji malên kevin ên ku bi Zellige hatine çêkirin bandor bûye û wiha dest bi lêkolîna vê hunerê kiriye û got: “Ez fikirîm erkê min e hunera Zellige ji bo nifşê nû veguhesînim. Ji ber teybetmandiyek ya teybet ya Tûnisê, mîrasek ku şaristaniyên ku hevdû di şopand li pey xwe hêlaye.”

‘Min li ser feyansên kevin dest bi xebatê kir’

Naglaa Al-Jabalî diyarkir ku ji hinek Îtaliyan fêrbûye ku feyansên kevin tên nûkirin û da zanîn ku jina yekeme bi atolyeya ku vekirî re li ser feyansên kevin ên Ereban dest bi xebatê kiriye û li bajarê Kairouan bi komeleya Lênêrînê re jî eleqeder dibe. Naglaa Al-Jabariya got: “Li rûxmê qeyrana aborî a ku Tûnis jiyan dike û pêvajoya belavbûna korona min gelek pêşniyaz girt.”

Di înşayên malan de vegera karekterên mimarî ên kevneşop

Naglaa Al-Jabalî destnîşan kir ku li Tûnis û derve bejdarî gelek pêşangehan bûye û got: “Niha malên li Tûnisê, bi taybet malên ku kesên biyanî lê jiyan dikin ji bo amadekirina feyans û lê anîna wê dixebitim. Mirov dixwazin karektera mîmarî ya Tûnisê bi parêzin û jiyan bikin. Di heman demê de li otel û pansiyonan min xebatên hunera feyansan kir. Tûnisî dema ku malên xwe înşa dikin vegriyane karketrên mimarî ên kevneşop. Lê belê em ji hêza kar ya pspor bê parin.”

 ‘Ji ber zêdebûna nirxan ez zehmetiyan dikêşim’

Naglaa Al-Jabali bal kişand ser negihandina madeyên xam û nirxên zêde û wiha dom kir: “Mînak ji bo min melzemeyek bingehîn di demek kin de ji 25 dînaran giha 120 dînaran heye.  ji ber zêdebûna nirx ez zehmetiyan dikêşim. Malzemeyên ku bi navbeynkariya fabrîqeyek mezin ya Spanye heye. Piştî Korona ji ber girtina fabrîqeyê bi tayebet em esnafên biçûk em nikarin van malzemeyan binîn.”

Naglaa Al-Jabalî derbarê çêkirina hunera feyansên kevin de wiha got: “Herî heta ku hulu dibe em distirin, piştre bi lêdanê tê birin û li ber tav tê hişkirin. Piştî ku bi çekiç tê rastkirin, li ser textek dar tê cûdakirin û tê hêlan. Li ber tavê tê hişkkirin û tê xistina firinê. Di qonaxa piştre de beriya ku cara dûem bikeve firinê berê wê yê destpêkê yê çargoşeyê bi awayek lez tê xistina nava boyaxê de. Guherîna rengan ya ku ji fîşek û axê pêktê heta ku rengek cûda digre ev kar berdewam dike. Danîna seramîkan û montajkirina wê weke qonaxên herî giring tê qebûlkirin. Ji ber usta xalên zivronek li pey hev xêz dike. Çekîç yan jî amêrek ya birinê tê bikaranîn û piştî karên nexşandinê parçe li gora awên û çawaniyê tê rêk û pêkkirin.”

Berhemên wê li derve jî tên firotin

Naglaa Al- Jabalî diyarkir ku berheman dişinin Amerîka û wiha got: “Ez ketim pîşeyek ku dibêjin bi temamî kare mêrane. Lê belê xebatkirin, xwepêşxistin, xwegihandina serbixwebûna aboriyê û îsrara min ya alîkarîdayîna sê keçên xwe ez bi zîhnyeta mêr re hevrû bûm. Xwendin ji hemû tiştî bihêztire. Jinên Tûnisê bi hêzin û ger ji kêrhatiyên xwe bawer bikin wê serbikevin. Ger hûn karê ku hûn jê hes dikin bikin tu astengî we nade rawestandin.”