Bi belgefîlma ‘Sor’ balê dikşîne guhertina avhewayê

Rojnameger Mabrouka Khudair bi belgefîlma bi navê ‘Sor’ a hîn dîmenên wê ji telefona xwe kişandiye balê dikşîne guhertina avhewayê û qaçaxcîtiya mercanan.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tunus- Rojnamger, derhêner û amadekar Mabrouka Khudair belgefilma bi navê ‘Sor’ amadekir. Di belgefilmê de ji Tunus, heta Îtalya, ji Roma heta Hindistanê qaçaxcîtiya Mercanan ya ji gelek welatan vedibêje. Filma ku saetek berdewam dike çavkaniya xwe ji lêkolînên zanistî digre. Mabrouka Khudair diyarkir ku belgefilm ji aliyê wezareta çandî û bi piştgiriya saziyên din ên fermî kişandiye û got: “Gelek noqav di film de cih girtin.”

‘Me qaçaxcîtiya Mercan şopand’

Mabrouka Khudair da zanîn ku li bajarê Tabarka ya Tunusê tîcareta Mercanan ticaretek belav bûye û got: “Me hata bajarê Torr Tollegregio ya Îtalya rotaya qaçaxcîtiyan şopand. Me tesbît kir ku tevna qaçacîtiyê ji sînorên Cezayîr û Tunus derbaz dibe.”

 Mabrouka Khudair diyarkir ku bi film hewl dane bale bikşînîn ser dewlemendiya deryayê ku ji guherîna avhewayê bandor dibe û got: “Ger em qaçaxcîtiya hebûna ekolojik ya deryayê bigrin berçavan, mercan û bi navê din ‘Zêra sor’ bandorek neyînî li dewlemendiyê dike.”

‘Beşek giring a film bi telefonê hate kişandin’

Mabrouka Khudair destnîşan kir ku ji ber hestiyariya li beramberî pirsgirêkên hewirdor biryar daye film bikşîne, hinek hînbûnên di nava civaka de heyî, ziyanê didin dewlemendî, qirêjbûna deryayê û bandorek neyînî li aştiya civakê dike û wiha dom kir:

“Dewlemendiya deryaya Tunusê tên israfkirin. Dewlemendiya me ji aliyê şîrketên mezin ên navdewletî ve tên binpêkirin. Film bi derfetên kêm hate kişandin. Qismek yê girin ê film bi telefonê hate kişandin.  Ji ber dema ku ez ji Îtalya hatim rastî gelek zehmetiyan hatim.  Hilbijartina telefonê ji bo ez karê xwe bikim hilbijartinek baş bû. Hûnê gelek dîmenên ku bi telefonê hatin kêşan bibinin. Ez weke perwerdekar û rojanamevanekê min xwest ez peyamekê bidim. Ez wisa difikirim ku ger bi têra xwe şarezayên me hebin, em dikarin belgefîlmên hêja çêkin, ku dikarin jinên rojnameger ji bo xebatê û afirîneriyê motîve bikin.”