Huner ji bo civakê îfadeya herî girîng e

Galeriya ‘Êsta’ bi beşdarbûna 52 hunermendan û ji bo balkişandina ser mijar û pirsgirêkên girîng ên civakê û cîhanê, pêşangeha 240 berhemên hunerî li dar xist.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî- Galeriya Êsta pêşangehek hunerî ya hevbeş a ku 52 hunermendan pêktê, kar û hunerên xwe bi mijar û fikrên hunermendan di serdema niha de, pêşangeheke çandî li bajarê Silêmanî di 17’ê Îlonê de vekir û dê heta 17’ê Kanûnê berdewam bike.

Di Galeriya Êsta de 52 hunermend li seranserî parçeyên Kurdistan û welatên ji derve beşdar bûne. Zêdetirî 240 berhemên hunerê tê de tên nîşandan. Bi vê projeya hunerî li ser gelek mijarên girîng hatiye rawestîn. Hunermendan di nava karê xwe yê hunerî di serdema niha û gelek armancên din girtine dest.

Hunermend, bi gelek mijarên cuda, yên hunerî beşdarî pêşangehê bûne. Mijar piraniya wan der barê bingeh û kûrahiyê de ne û ev mijar hemû balê dikşînin ser xwe. Ji pirsgirêkên ku bandorê li ser jiyana rojane ya xelkê dikin, weke pirsgirêka siyasî, şer, wekheviya zayendê, xweza, xak û estetîk û forma hunerî. Beşek ji hunermendan jî bal kişandine ser mijarên hunerî û meseleyên din ên li cîhanê.