‘Nameyên ji Şengalê’ li Qamişlo bû

Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ ku ji aliyê produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin, li bajarê Qamişlo hate pêşandan.

Qamişlo – Ji aliyê Produksiyona Nûjyan ve filîma bi navê ‘Nameyek ji Şengalê’ ku ji aliyê derhêner Dersîm Zêrevan ve hatiye çêkirin, îro li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêşandan. Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ qala berxwedan, qirkirin û rizgariya Şengalê tê kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir û di encamê de bi sedan Kurdên Êzîdî hatin qetilkirin û gelek jinên Êzîdî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û heta niha jî pir ji wan jinan çarenûsa wan nediyar e. Hêzên PDK’ê bi salan li Şengalê di bin navê ewlehiya gelê Şengalê de berpirsiyar bûn ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hemû baz dan û gelê Şengalê bi tenê hiştin. Piştî derbasbûna hêzên YJA-STAR/HPG, YPJ/YPG’ê, Şengal di 13’ê Mijdara 2015’an de ji çeteyan rizgar bû û gel vegeriya warê xwe û Rêveberiya Xweser a Demokratîk avakirin.

Amadekariya filîmê ji 2018’an ve destpêkiriye û îro di dîroka rizgarkirina Şengalê di 13’ê Mijdarê de tê pêşandan. Der barê weşandin û tevlîbûna gel de Derhênera Filîma ‘Nameyên ji Şengalê’ Dersîm Zêrevan nêrîna xwe parve kir.

Dersîm Zêrevan desnîşan kir ku ew îro li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo filma xwe pêşkêş dikin û da zanîn ku ew vê filîmê li gelê Şengalê pîroz dikin. Dersîn Zêrevan wiha domand: “Ez keda gelê Şengal û mirovên ku ji bo ev filîm bê kişandin ked dane, pîroz dikim. Em îro gelek bi kelecan in ku em û gelê xwe bi saya vê filîmê hatin li gel hev. Filma me rastiya ku gelê me rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatine û 12 siwariyên ku ji Edûlê û Derwîşan pêk dihat berê xwe dana Şengalê û gel ji qirkirinê parastine nîşan dide. Em bi hêvîne laîqê keda wan be.”

‘Vê filîmî diyariya qehremanên ku Şengal rizgar kirine dikin’

Dersîm Zêrevan herî dawî filîma Nameyên ji Şengalê diyarî qehremanên ku Şengal rizgarkirine kir û wiha bi dawî kir: “Îro li çiyayên Kurdistanê bi kîmyasalan êrîşî Gerîlayên azadiyê tên kirin, ez vê yekê bi tundî şermezar dikim. Gerîlaya ku li her aliyên Kurdistanê bûne xwedî ked û têkoşîn, şer kir ji bo azadiya gel. Gerîla çavkaniya me ya îlhamê ne ku di hemû xebatên me yên hunerî dihonînin. Ez bejina xwe li hember şehîdan ditewînim û vê filîmî diyarî qehremanên ku hatin Şengalê li ber xwe dan û Şengal rizgar kirin dikim. Îro salvgera rizgarkirina Şengal, di heman demê de sînemayê Amûdê ye ku em vê filîmê pêşkêş dikin. Dîroka me çiqas bi êş be jî, berhemên wiha dîroka me eşkere û ronî dike. Em ê her pê doza gelê xwe bin û xebatê wan bighênin tevahî cîhanê.”