Helez Temo ya 17 salî ji hunera destan projeyeke xweser ava kir

Jina ciwan Helez Temo ya 17 salî ji bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûryeyê bi hunera destan û berhemên xwe yên bi morîkan projeyeke xwe ya xweser ava kir. Helez dibêje ku ew dixwaze di pêşerojê de projeya xwe berfirehtir bike.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo-Hunerên destan ji demên kevnar ve hatine kirin û hînkirin, ev gelemperî di şêwazên ornamental ên navîn, folklorî de tên bikaranîn. Mirov hunerên destan ji bo karên xwe yên malê yan jî bi giştî ji bo jiyanê bi kar tînîn lê di destpêka şarestaniya nûjen de, mirov huner li cur be cur huneran zêde kirin. Di van salên dawî de jinan bi taybet jinên ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di karên hunera destan de xwe bi pêş dixin. Yek ji wan jina ciwan Helez Temo ya 17 salî, ji bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye salek e berhemên destan çêdike. Helez Temo têkildarî kar û armancên xwe ji me re axivî.

Ji dapîra xwe hînî berhemên destan bûye

Helez Temo wiha qala destpêka karê xwe kir û got: “Karê min karê destan e ji bo xemla ku jin bi kar bînin weke bazin, ristik, guhar û hemû tiştên ji bo xemilandina cejna Newrozê û diyariyan çêdikim. Ji zarokatiya xwe ve ji karên destan hez dikim, ji ber ku dapîra min çêdikir ez ji wê hîn bûm. Min ji zarokatiya xwe ve dest pê kir. Di sala 2022’yan de min malperek vekir bi navê karên desta li ser medyaya dîjîtal û min dest bi karê xwe kir. Zêde kesê malpera min nas nedikir û ne xuyayî bû di wê demê de ez di refa 12’an de bûm di ber xwendina xwe de jî min ev karên destan çêdikir.”

Di pêşerojê de dixwaze dikanek bi navê Helez veke

Helez Temo bal kişand ser amûrên ku di karên dest de bi kar tîne û wiha domand: “Sala borî mîhrîcanek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê çêbû ez tevli  bûm. Di wê derê de bû derfetek ku karê min were xuyakirin navê malpera min hat xuyakirin. Amûrên ku ez bi wan kar dikim morîk in. Tişta herî girîng ku morîk hebin, di destpêkê de min bi morîkê dep de kar dikir piştre bû morîkên kevir û ristika ku rengê wê naçe di vê demê de bal li ser karê min hat kişandin û heta girîng e amûrên ku pê kar dikim weke pense û amûra qusandinê. Ev demek e min karê xwe berfirehtir kiriye weke dep, birwaz û şewitandina li ser depan ew jî bal li ser hat kişandin. Ez dema ku karekî didim yekî ji karê xwe bawer im. Ez dixwazim di demên li pêş de karê min bi pêş bikeve tiştên nû çêbikim û karê min were hezkirin. Dixwazim di pêşerojê de dikaneke bi navê Helez vekim .”

‘Ji bo mirov hewceyê tu kesan nebin divê bixebite’

Helez Temo herî dawî bang li jinan kir û xwest ku ji xwe bawer bin û hewceyî tu kesan nebin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di dawiyê de ez dixwazim ji hemû jinan re bibêjim kar bikin jêhatîbûna xwe di vî karî de derxin hole û afirandina li gel xwe derxin û bikin xizmeta xwe. Hinek jin hene dest bi karên destan kirine ez gelekî kêfxweş bûm ku jinên me bi pêş bikevin ji ber ku berê ev derfet tunebûn nikaribûn kar bikin jêhatîbûna xwe derxin hole. Ez niha aboriya xwe ya xweser bi xwe pêk tînim bêyî ku hewceyî kesê bibim, ji ber wê ez dixwazim her jinek kar bike bêyî ku hewceyî kesek bibe.”