Pelên palmiye di destê jinan de vediguhere hunerê

Jinên Filistînî di atolyeya ku vekirin de ji darên palmiye xemilandin û selikan çêdikin mîrateya çandê heta roja me ya îro tînin.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Darên palmiye ku ji hawirdorên germ û şil hez dikin, yek ji cureyên daran ên herî berbelav li welatên Rojhilata Navîn in. Taybetmendiya herî girîng a darên palmiye ew e ku qurmên wan ên pir xurt û pir mezin hene. Darên palmiyeyên ku du cureyên wan ên wek gûz û xurme hene, li hin bajarên mezin li kêleka rêyan tên çandin ji ber ku bajar xweş xuya dike, lê di darên palmiye de gelek karanînên din hene. Dema ku darên pakmiye di warên tevn, rûnê nebatî û şekir de têne bikar anîn, hilberên wekî selik, xalîçe û xemil ji qurm û pelên wan têne çêkirin.

Komek jinên Xezayê mîrateya çêkirina hunerên destan ji pel û darên palmiye ku ji dapîrên xwe wergirtine, bi Studyoya Hunerê ya ku ava kirine, nifşê nû fêr dikin û ji xwe re kar peyda dikin.

'Bi jinan re karkirin cihê  kêfxweşiyê  ye'

Perwerdekar Soha El-Mejdelewî ku dibêje ew ji pel û darên palmiye kêl û pêlên malê yên xemilandî û selikan çêdikin, tekez dike ku karê hevbeş bi jinan re dilxweşiyeke mezin e wiha gotinê xwe berdevam kir:”Karkirin hestek xweş e. Ew pîşeya dapîra min bû. Ji nû ve zindî kirina vê pîşeyî û xebata bi jinan re di hawîrdoreke wiha de me ji hemû neyînîyên jiyanê dûr dixe. Dema ku ez wextê xwe livir derbas dikim derbas vedigerim salên ciwaniya xwe. Jinên ji temenên cuda bi hev re hevaltî û hevgirtineke xweş nîşan didin. Ev me gelek kêfxweş dike. Ev hunera destan çanda gelê Filistînê ye."

'Em tecrubeyên xwe parve dikin'

Yek ji perwerdekaran Sumaya Karso jî diyar kir ku ew ji jinên rastî destavêtin û şîdetê hatine re şêwirmendiya derûnî dike û ev pîşe wek hobî fêr bûye û wiha got: “Karê ku ez dikim pir giran e, ji ber vê yekê zexta ku ez li ser kare xwe digrim hewl didim bi vê hobiye xwe rehet bikim. Pêdiviya hemû jinan bi hawîrdoreke wiha heye. Li vir em tecrubeyên xwe bi jinan re parve dikin, em bi hev re xwe ewle hîs dikin. Ji zarokatiya xwe ve eleqeya min bi hunera destan heye. Ev yek ji sedemên ku ez hatim vê kursê ye."

Armanc ji bo jinan çavkaniyên nû yên debarê avakirin e

Yek ji damezrînerên Art Desk Studio Mona Al Shawa diyar kir ku armanca wan ew e ku mîrateyek çandî ji nû ve zindî bikin û wiha pê de çû:"Xebatkirina bi pelên palmiye di heman demê de aborî ye, ji ber ku materyalek domdar, hawirdorparêz e ku karmend rehet dike. Mîna ku xweza ketibe malê û ger bi axê re têkel bibe, bêyî ku zirarê bide wê dihele. Ez hêvî dikim ku bi hunerên destan ên ku em çêdikin, li derveyî Şerîda Xezayê bazarek çêbikin. Armanca me ji bo jinên ku di bin dorpêçê de qadên debarê ava bikin."