Hêjmara Nû ya Neweya Jin derket

Hejmara meha Nîsanê ya Rojnameya Newaya Jin a ku li Ewropayê tê weşandin bi manşeta ‘Em hevrêyê jinan Ocalan silav dikin’ derket.

Navenda Nûçeyan – Hejmara meha Nîsanê ya Rojnameya Newaya Jin, bi manşeta ‘Em hevrêyê jinan Ocalan silav dikin’ derket pêşberî xwendevanê xwe.

Hejmara Nîsanê ya Rojnameya Newaya Jin dewlemend e. Li ser 4’ê Nîsanê, erdhej û rojeva hilbijartinê gelek gotar û meqaleyên balkêş hene. Nêrînên aktîvîstên enternasyonalîst ên Spanî, Îtalyayî û Fransî yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cihê xwe di rojnemyê de girt. Di hêjmara dawî ya rojnameyê de Sevda Can di nivîsa xwe ya bi sernavê ‘Sê pîzot, sê zayîn’ de behsa civaka Kurd a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji nû ve hatiye avakirin û nirxên civaka xwezayî ya dayik û jinê dike. Gotareke din a 4’ê Nîsanê ji aliyê Rojbîn Ekîn ve bi sernavê ‘Zayîna sêyem hêviya azadiyê ya gelan û jinan e’ hat nivîsandin.

Rojeva erdhejê

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr ku li ser erdhej û encamên erdhejê nivîsî got: ‘Encamên wêranker ên erdhejê siyasî ne.’ Tiştên ku gel berê û piştî erdhejê jiyan kiriye îfade kir. Nivîskar Heja Zerya jî bi sernavê “Operasyona 'paqijkirina' demografî! Hem erdhej û hem jî tevna civakî ya ku piştî erdhejê dihat xwestin bê hilweşandin nivîsand, bal kişand.

Rola gelê Kurd di hilbijartinan de

Di rûpela Jîneolojiyê de Hûrguliyên lêkolîna hişyariyê ya ku ji aliyê Koma Lêkolînê ya Jîneolojiyê ya Katalonyayê ve bi sernavê "Jin û serdema Franco" hatiye kirin, cih girt. Nivîskara mêvan Fîlîz Koçalî bal kişand ser rola sereke ya gelê Kurd di hilbijartinên 14'ê Gulanê de.